Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Di Dema Hecê De Zêdetirî Hezar Kes Ji ber Germê Mirine


Zêdetirî 1,000 kes di dema hecê de mirine, di encama germa zêde ku bandor li nêzîkî du mîlyonan kir, dema beşdarî hec a salane ya misilmanan li Mekkeyê bûn, li gorî jimareyek ajansa Reuters.

Piraniya miriyan Misrî bûn. Çavkaniyên ewlekarî û pijîşkî roja Yekşemê ji Reutersê re got ku jimara mirîyên Misrê gihîştiye 672 kesan û 25 kesên din jî winda ne.

Li gorî daneyên hikûmeta Endonîsyayê, bi giştî 236 Endonîsî mirin, Ajansa Karên Derve ya Hindistanê jî ragihand ku 98 welatiyên Hindistanê di dema hecê de mirine.

Mirinên din ji hêla Tûnis, Urdun, Îran, û Senîgalê ve hatine ragihandin, ku îsal jimara giştî herî kêm 1,114 kes e, li gor Reutersê.

Yekîneyeke krîzê ya Misrê ya ku bi lêkolîna rewşê erkdar e, roja Şemiyê got ku wê rêdanên 16 kompaniyên geştyariyê rawestandiye û ew şandina cem dozgerê giştî, bi sûcdariya ku ew ji ber mirina kesên ku di pergala fermî de ne qeydkirî ne, berpirsyar in.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG