Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yunanistan Dibêje Divê Ewrupa Mêvandarîya Zarokên Gaza Bike


Wezîrê Derve yê Yunanistanê îro Çarşemê got ku yek ji berpirsîyên Ewrupa mêvandarîya jibo wan zarokan e ku li Gazayê jiber şer zîyan dîtine û trawma derbaz kirine.

Georgos Gerapetritis ser projeya jibo wan zarokên wê bi awayekî demkî werin li Ewrupa li şirîkan digere. Wî dîyar kir ku ew serê vê hefteyê bi Serokwezîrê Desthilata Filîstînî Mihemed Mistefa re ser vê fikrê axivîye.

Giorgos Gerapetritis
Giorgos Gerapetritis

‘’Divê em bi awayekî zelal vê trajedîyê qebûl bikin, bibînin. Derîyên Ewrupa bi qasî wan birîndarên wê ji Gaza werin divê jibo wan zarokên din yên bi birçîbûn û metirsîyên din re rûbirû mane re jî vekirî bin.’’

Yunanistanê serê vê mehê jibo endamtîya Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ya gera 2025 û 2026’an hat hilbijartin û Gerapetritis dîyar dike ku peywendîyên dîrokî yê welatê wan yê bi dewletên Ereb re dikare wan jibo aştîyê bike navbeynkar.

Gerapetritis, ku salek e wezîrê derve yê Yunanistanê ye, eşkere nekir ku ewê Yunanistan yan jî Yekîtîya Ewrupa (YE) karibin mazuvanîya çend kesan bikin, lê got ku ew bi karbidestên Filîstînî re danûstandinê dikin.

Wî dîyar kir ku ti peywendîya vê hewildana wan bi koçberîyê re tuneye ku li Ewrupa bûye yek ji mijarên serekî ku sîyasîyên rastgir bi awayekî tund dijî wê ne.

Wezîrê Yunanistanê dîyar kir ku ya wan bi awayekî eşkere banga alîkarîyê re û ti peywendîya wê bi koçberîyê re tune ku banga wê li vê demê rast tê ku partîyên rastgirîyên tundrê li Ewrupa rêjeyên xwe yên piştgirîyê zêde dikin.

Yunanistanê êrîşa 7’ê Cotmehê ya Hamasê şermezar kir û bang li Îsraîlê kir ku êrîşên xwe yên li Gaza rawestîne ku li gor karbidestên herêmê di wan êrîşan de pirtir ji 35,000 kes hatine kuştin.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) dîyar dike ku gelek zarokên li Gaza bi xelayê re rûbirû mane pirtir ji 5000 zarokên ji 8 salî biçûktir birçîyên giran in.

Gerapetritis dîyar kir ku şer li ser psîkolojîya zarokan bandoreke mezin çêdike. Wî got ku ew vê hefteyê bi rêberên Filîstînî û Îsraîlî re ser aştîyê û jinûveavakirina Gaza axivîye û dîyar kir divê ew bi awayekî demûdest jibo danûstandin dîyalogê tevbigerin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG