Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe ku Harris Bibe Berbijara Demokrat ya Seroktîyê


Bi piştgirîya Joe Biden ya jibo Kamala Harris ya ser berbijarîya seroktîyê ya Partîya Demokrat, ew dikare bibe jina Reş ya pêşî û ji Başûrê Asyayê ku jibo berbijarîya seroktîyê ya partîyeke mezin hatiye ragihandin.

Harris pirtir ji 3 sal in wek rêbera duyê ya welêt kar dike, lê piştî Biden do Yekşemê ragihand ku ewê jibo pêşbazîya seroktîyê ya 2024’an vekişe, Harris jibo berbijarîyê bû berbijara herî girîng.

Wek cîgira serok, Harris berpirsîyên karên payabilind girtin ser xwe û wê jibo serketinên sîyasî û danûstandinên bi hilbijêran re jî têkoşîn meşandin.

Harris sala 2020’an bû jina pêşî ya wek cîgira serok kar dike û ew di wê postê de bû jina Reş ya pêşî û jina pêşî ya bi eslê xwe ji Asyayê.

Jibo pêşvebirina ala Partîya Demokrat ber bi siberojê ve Harris dest bi kar kir û pêkan e ku ew li bendê bû jibo berbijarîya Demokratan bibe sîyasetvana li rêzê.

Harris her çiqas wek cîgira serok berpirsîyên giran yên sîyasî girtin ser xwe jî, ew mijarên wisa lihevketî bûn ku wê nikaribû serketinên mezin bi dest bixe.

Yek ji karên wê yên pêşî başkirina rewşên Honduras, El Salvador û Guatemala yên welatên Sêgoşeya Bakur bû û wê dixwest ser sedemên serekî yên koça li sînorê başûr yê Amerîka bisekine.

Bi vî karî ew di mijara koçberan de derket pêş.

Sala 2021’an dema NBC News ji Harris pirsî ku çima ew çûye Amerîkaya Navîn, lê neçûye sînorê Amerîka û Meksîko, wê bersîveke wisa da ku pir hat rexne kirin: ‘’Ez neçûm Ewrupayê jî. Mebesta we çi ye, ez fêm nakim?’’

Tîma Harris dîyar dike ku cîgira serok jibo vekolîna ser sedemên serekî yên koçberîyê hatiye erkdar kirin û karê wê ne berevanîya sînor e ku gotinên wê yên dema gerekê li Amerîkaya Navîn ew bi vê mijarê re peywendîdartir kir.

Harris di preskonferanseke hevbeş de, ku bi Serokê wê demê yê Guatemala Alejandro Giammettei re lidar ketibû, gotibû ku ‘’Neyên, hûnê paşve werin vegerandin.’’

Kesên piştgirîya Harris dikin dibêjin ew di demên dawî de ser mijara jiberbirina zarokan (kurtaj) û elwekarîya çekan jî xwe nîşan dide.

Dadgeha Bilind Hezîrana 2022’an parastinên federal yên ser mafên kurtajê rakirin û ji wê çaxê vir ve Harris bû yek ji parçeyên girîng yên kempeyn û axaftinên ser kurtajê.

Harris di salvegera duyê ya biryara dadgehê de li Maryland di mîtîngekê de got ku ew têkoşîna azadîyê dimeşînin û dîyar kir ku laş yên jinan bi xwe ne û maf jî jibo laşan yê wan e, ne yê hikûmetê ye.

Cihê Harris li Qesra Sipî jiber mijara temenê Biden hîn girîngtir bû.

Biden meha Mijdarê dibe 82 salî û anket raber dikin piranîya Amerîkîyan dibêjin ku ew jibo gereke din ya seroktîyê pir kal e.

Piştî performansa Biden ya dîbeyta 27’ê Hezîranê, hin qanûdanerên Demokrat û bexşkaran bang li Biden kirin ku ew ji berbijarîyê vekişe.

Biden piştî kêmtir ji mehekê ragihand ku ewê ji berbijarîyê vekişe û dîyar kir ku ewê piştgirîyê bide Harris.

Harris jî bi daxuyanîyekê ragihand ku ew dixwaze ku vê berbijarîyê heq bike û bi ser keve.

di preskonferanseke Tîrmehê de ji Biden hat pirsîn ku li gor çi taybetmendîyan ew di rêza lîsta berbijaran de ketiye pêş.

Biden li ser vê pirsê gotibû ku helwesta wê ya derbarê kurtajê, kanînên wê yên ser hemî mijaran û ew jibo serkoktîyê jî jêhatî ye.

Berî Biden vekişîna xwe ragihîne, Harris bi awayekî xurt piştgirîya rêberîya wî kiribû.

Harris Tîrmehê li çalakîyeke kempeynê ya li Carolina Bakur ser Biden gotibû ku ‘’şervanekî jêhatî’’ ye.

Dema cîgirtiya serokîyê Harris bi hejmarên nizm yên anketan re jî rûbirû man.

Anketeke NBC ya Hezîrana 2023’an nîşan da ku nota wê ya net negatîf -17 ye ku ji destpêka wan anketan ve, ku sala 1989’an destpê kiriye, nota herî nizm e.

Navenda Pew ya Lêkolînê serê Hezîranê bi anketekê ragihand ku ji her 10 kesan bi qasî 6 ke (59 ji sedê) derbarê Harris bi awayekî neyênî difikirin û 36 ji sedê jî wê erênî dibînin. 3 ji sedê beşdarên anketan jî gotine ku wan navê Harris nebihistiye.

Piştî performansa Biden ya li dîbeytê guman ser jinûve hilbijartinê wî çêkirin, Demokrat ya pir li dora Harris kom bûn.

Anketeke The Economist/YouGov ya Tîrmehê nîşan dide ku 73 ji sedê hilbijêrên Demokrat dibêjin ger Biden vekişe ewê ‘’bi awayekî’’ yan ‘’bi awayekî xurt’’ piştgirî bidin Harris ku derbazî şûna wî be.

Harris, ku bavê wê ji Jamaika û dîya wê ji Hindistanê ye, li Kalîfornîya bû serdozgera reş û jin ya pêşî.

Sala 2016’an ew jibo nûnertîya Kalîfornîya bû endama Civata Senatoran ku bi vê rewşî jî ew li wir bû jina pêşî ya bi eslê xwe ji Asyaya Başûr.

Du salan piştî karê li Civata Senatoran wê jibo Partîya Demorkat berbijarîya xwe ya ser seroktîyê ragihand.

Harris sala 2019’an li li Oakland ya Kalîfornîya, ku cihûwarê wê ye, bi mîtîngeke bi 20,000 kesî destpêkeke xurt kir, lê hejmarên anketê roj bi roj daketin û wê meha Berfanbarê got ku ew ji berbijarîyê vekişîye.

Biden Adara 2020’an dema got ku ku ew wek cîgir jinekê bibêjêre, navê Harris jî di nav wan berbijarên baş de bû.

Harris lîsansa xwe li Zanîngeha Howard ya li Washington, ku wek kevneşopî reş diçinê, kir.

Berî ew li dozgerîya herêma Alameda County bişixule, li Hastinghs ya Zanîngeha Kalîfornîya (niha Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Kalîfornîya, San Francisco) dîplomaya hiqûqê sitandiye.

Harris berî wek serdozgera Kalîfornîya were hilbijartin, du dewran wek dozgera herêmê ya San Francisco kar kir.

Ew bi karên xwe yên li Kalîfronîya hatibû rexne kirin ku li gor hin rexnegiran wê reformên edaleta cezayê nexistiye merîyetê û jibo lêpirsînên ser kuştinên polîsan hewil nedaye.

XS
SM
MD
LG