Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Darizandina Rojnamevanê Amerîkî Gershkovich li Rûsya Destpê Kir


Rojnamevanê Amerîkî Evan Gershkovich, li Rûsyayê di qefesekî cam de tê darizandin, li dadgeha Heremî Sverdlovsk ya li bajarê Yekaterinburg, 26 Hezîran, 2024
Rojnamevanê Amerîkî Evan Gershkovich, li Rûsyayê di qefesekî cam de tê darizandin, li dadgeha Heremî Sverdlovsk ya li bajarê Yekaterinburg, 26 Hezîran, 2024

Rojnamevanê Amerîkî Evan Gershkovich îro Çarşemê li pişt derîyên girtî li bajarê Yekaterinburg yê Rûsyayê hate dadgehkirin. Ew bi sîxurîyê tê tawanbar kirin û rûbirûyê heta 20 sal cezayê zindankirinê ye.

Rojnamevanê 32 salî di qefeseke cam de, serê wî kurkirî û bi tîşortekî reş û şîn, derket pêş dadgehê.

Berî ku doz bi dawî bibe, dadweran destûr da ku rojnamevan tenê jibo çend deqeyan bikevin salona dadgehê.

Hevdem, destûr hat dayîn du karbidestên balyozxaneya Amerîka li Moskowê, bo demeke kin darizandina Gershkovich bişopînin.

Gershkovich di 29’ê Adara 2023’an de li Yekaterînburgê li herêma Ural hat girtin, dema ku wî li xwaringehekê dixwar. Ew nêzî 16 mehan e ku di zindana Lefortovo ya Moskowê de girtîye.

Dozgerên Rûs dibêjin ku Gershkovich bi fermana Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkî (CIA) li Yekaterînburgê bû da ku ser kompanîya Uralvagonzavod , agahîyên nepen berhev bik. Ew kompanî jibo şerê Rûsya li Ukrayna tankan çêdike.

Gershkovich, rojnameya wî Wall Street Journal û hikûmeta Amerîkî tawanbarîya sîxurîyê bi tundî red dikin.

Ew dibêjin ku Gershkovich tenê wek rojnamevanekî karê xwe dikir û ji hêla wezareta derve ve hatîbû pejirandin ku li Rûsyayê bixebite.

Edîtora giştî ya Wall Street Journal, Emma Tucker, di nameyekê de ji xwendevanan re tawanbarîya Rûsyayê şermezar kir.

"Ev tawanbarkirina derewîn ya sîxurîyê wê bibe sedema mehkûmkirina derewîn ya mirovekî bêguneh."

Balyozxaneya Amerîka jî bi daxuyanîyekê Rûsya rexne kir.

"Doza wî (Gershkovich) ne li ser delîl, pîvanên qanûnî, ne jî li gor serwerîya hiqûqê ye. Lê doz ser vê yekê ye, ku Kremlîn welatîyên Amerîkî jibo armancên xwe yên siyasî bikar tîne."

Evan Gershkovich li dema darizandina îro.
Evan Gershkovich li dema darizandina îro.

Kremlîn dibêje ku doz û pêvajoya darizandinê mijareke dadgehê ye, lê dîyar dike, bêyî pêşkeşkirina delîlan, ku Gershkovich " di dema kirina sîxurîyê de" hatiye girtin.

Piranîya saziyên ragihandinê û rojnamevanên Rojavayî ji Rûsya derketin, piştî ku arteşa Rûsî di Sibata 2022'an de dest bi dagirkerîya Ukraynayê kir.

Serokê Rûs Vladimir Putin qanûnên nû yên medyayê pejirandîye, ku cezayên girtîgehê yên dirêj anîn, jibo rojnamevanên ku "bêrûmetîya" hêzên çekdar yên Rûsî yan "nûçeyên sexte" belav bikin.

Lê, Gershkovich yek ji çend rojnamevaên Rojavayî bû ku li wir ma û ji hundirê Rûsyayê rojnamegerîya xwe didomand.

Ger ku dadgeh wî "sûcdar" bibîne, wê heta 20 sal cezayê girtîgehê li Gershkovich were birîn, ku hema hema teqez e.

Dadgehên Rûsî zêdetirî ji sedî 99% ji bersûcan mehkûm dikin. Dozger dikarin serlêdana pêdaçûnê bikin, jibo cezayên ku ew "sivik" dibînin û dijî biryarên "ne sûcdar e".

Putin gotibû ku di navbera Washington û Moskowê pevguhertina girtîyan pêkan e û têkilîyên bi karbidestên Amerîkî hene, lê divê veşartî û bêdeng bimînin.

Piştî girtina wî Moskowê got ku pevguhertin Gershkovich jî pêkan e, lê tenê piştî dadgehkirinê.

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov îro Çarşemê dubare kir ku jibo peymaneke bêdeng "bêdengî" pêwîst e.

Peskov herwiha destnîşan kir ku loma Moskow wê ser pevguhertina girtîyan bi eşkereyî neaxive.

Piştî darizandina çend saetan ya Gershkovich, Dadgeha Herêmî ya Sverdlovsk got ku rûniştina pêş wê di 13’ê Tebaxê de pêk were.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG