Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dibêje Ger Ukrayna Têk Biçe Dor Dikare Were Moldova


Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock îro Sêşemê got ku piştgirîya jibo Ukrayna domdarîya Moldova ya cîran garantî dike.

Barebock ev gotin di konferansekê de kir ku li Moldova ser fikarên derbarê berfirehbûna operasyonên Rûsya çêbûbû.

‘’Her tiştê ku em jibo Ukrayna dikin di heman demê de jibo Moldova jî îstiqrarê teşwîq dike.’’

Wê got fikarên mirovên li herêmê zelal e û ew dibêjin ger Ukrayna bikeve ewê dewleta li dorê Moldova be.

Baerbock tevî hevtayên xwe yên ji Fransa, Romanya, Polonya, Holanda û Lîtvanya jibo Platforma Hevkarî ya Moldova serdana wî welatî kir.

Almanya, ku li Ewrupa yek ji hevbendên li pêş yên Kîevê ye, piştî Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir, platform çêkir û ew wek parçeyeke hewildanên ser îstqrara aborîya Moldova û berevanîya dijî dezenformasyona Rûsya nîşan da.

Moldova, ku piranîya wê bi Romanî û kêmanîya wê ya mezin jî bi Rûsî diaxife, piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyetê di navbera wan hikûmetan de çû û hat ku hinek ji wan alîgirên Rûsya bûn hinek jî alîgirên dewletên Rojavayê.

Rêvebirîya niha ya Moldova xwe dispêre dewletên Rojavayê.

Seroka Moldova Maia Sandu, ku Rûsya bi hewildana ser gêrkirina hikûmeta wê tawanbar dike, dîyar kir ku welatê wan hîn jî bi dijwarîyên giran re rûbirû maye û bang li hevbendan kir ku alîkarî bidin wan.

Sandu got ku ew ji roja pêşî vir ve şerê Rûsya yê dijî Ukrayna şermezar dikin û dîyar kir ku wî şerî zarareke mezin daye aborîya wan.

Wî da zanîn ku şer bandoreke neyênî li pêşveçûna wan ya aborî dike û dîyar kir ku heta ku şer bidome jî ewê bandora neyênî her hebe.

Servîsa medya ya hikûmetê ragihand ku bi platformê îmza hatine avêtin ku Moldova bi qasî 380 mîlyon euro bistîne.

Hevbend ser hewildanên Moldova yên jibo beşdarîya li Yekîtîya Ewrupa (YE) jî razîbûnên xwe ragihandin.

Moldova, ku di navbera Ukrayna û Romanya ya endama NATO û YE de ye, hêvî dike ku bi rêvebirîya Sandu heta 2030’an bibe endama yekîtîyê.

Wê dewletê meha Gulanê bi YE re ser hevkarîya ewlekarî û berevanîyê peyman îmza kiribû ku bi wî awayî bûbû dewleta pêşî ku bi yekîtîyê re peymaneke wisa çêkiriye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG