Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dest bi Kontrolên Kindemî yên Ser Hemî Sînorên Xwe Dike


Wezîra Navxweyî ya Almanya Nancy Faeser îro Duşemê got ku ewê dest bi kontrolên sînorî yên demkî li tevahîya tixubên bejayî bikin da ku rê li ber koçberîya neqanûnî bigirin û gel ji gefên tundrêyên Îslamî biparêzin.

Faeser da zanîn ku kontrolên tixubî wê di 16ê Îlonê de dest pê bikin û nêzî şeş mehan bidomin.

"Em ewlekarîya xwe ya navxweyî xurt dikin û li dijî koçberîya neqanûnî li ser helwesta xwe ya pêgir didomin," Faeser got.

Almanya di salên dawî de helwesta xwe ya li ser koçberîyê tund kirîye jiber ku givaştinên sîyasî, taybetê jî ji hêla partîya Alternatîfa jibo Almanya (AfD) ya rastgir ya ser mijarê zêdetir bûye.

AfD di destpêka vê mehê de di hilbijartinên eyaleta Thuringia de bûbû partîya yekê û cara pêşîn e ji Şerê Cîhanê yê Duyî vir ve partîyeke rastgir ya tundrê, li Almanya bi wî awayî serketî bûbû.

Biryara hikûmeta Almanî di vê demê de tê ku piştî du hefteyan hilbijartina li eyaleta Brandenburgê çêdibin ku Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz û Partîya Sosyal Demokrat (SPD) hewil didin ku kontrola hikûmeta koalîsyonê biparêzin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Almanya bi Danîmarka, Hollanda, Belçîka, Luksemburg, Fransa, Swîsre, Avusturya, Komara Çek û Polonya xwedîyê sînorên bejayî ye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG