Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya 5 Kesan ser Gumana Tawanên Şer li Sûrîyê Digire


Dozgeran li Almanyayê ragihand ku polîsan 4 Filîstînîyên Sûrî yên bê dewlet û hemwelatîyekî Sûrîyê girtine.

Li gor ragihandina dozgeran, guman hene ku wan kesan berî 10 salan li Sûrîyê dijî mirovahîyê tawanên cengê kirine.

Tê guman kirin ku ew kesên jiber qanûnên Almanya bi nasnavên cîhad A., Mehmûd A., Semîr S., û Waîl S., hatine ragihandin ligel çekdarên Tevgera Filîstîna Azad peywendî çêkirine.

Dozgeran îro Çarşemê ragihand ku li gor gumanan, Mezher J. karbidestekî îstixbarata Sûrîyê bû.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku bu gumanên xurt wan kesan sivîl kuştine û hewil dane ku sivîlan bikujin.

Dozger dîyar dikin ku cîhad A., Mezher J. û Semîr S. li Berlînê, Mehmûd A., li Rhineland-Palatinate ya li rojavayê başûr û Waîl S. jî li Mecklenburg Vorpommern ya li rojhilata bakur hatine girtin.

Tê guman kirin ku wan kes Tîrmeha 2012’yan li Al Yarmoukê êrîşên tund birine ser protestoya aştîyane ya dijî hikûmetê ya xwenîşanderên sîvîl.

Dozger dîyar dikin ku di êrîşan de 6 kes hatine kuştin û ewên din jî giran birîndar bûne.

Ew dozger dibêjin ku ku berguman bi kut û pehîn û bi lêxistina bi tifingan têne tawanbar kirin ku li gor gumanan wan di navbera 2012-2014’an ew kiryar kirine.

Tê guman kirin ku ji bergumanan yekî Nîsana 3 kes dane karbidestan ku ew di nav wan 41 sîvîlan de bûne ku Nîsana 2013’an bi hevdu re hatine kuştin.

Ew girtin bi qanûnên Almanya yên ku rê didin dozgeran ku ser sûcên dijî mirovahîyê yên li seranserê cîhanê lêpîrsînê bikin, çêbûn.

Karbidestan Alman tevî berpirsên Swêdî lêpirsîn meşandin.

Dozgerîya Swêdê jî bi daxuyanîyeke din ragihand ku li welêt 3 kes jiber sûcên dijî mirovahîyê yên sala 2012’an li Sûrîyê çêbûne hatine girtin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG