Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Êrîşên Kujer Dibe ser Xan Yûnisê


Hêzên Îsraîlê îro Sêşemê êrîş birin ser başûrê Gaza ku karbidestên saxlemîyê yên Filîstînî radigihînin di wan êrîşan de herî kêm 8 kes hatine kuştin.

Ew êrîş rojekê piştî ku Îsraîlê jibo Filîstînîyên dawî fermana derketinê da çêbûn ku li Xan Yûnisê jî bombe barîn.

Artêşa Îsraîlê dîyar kir ku çekdarên ji Xan Yûnisê 20 roket avêtine axa wê û hêzên wê jî bi şev êrîşên esmanî birine ser herêmeke Xan Yûnisê.

Li gor ragihandina artêşê, li Refah ya li başûr jî êrîşên esmanî pêk hatine û yekîneyên din yên artêşa Îsraîlê jî li navenda Gazayê operasyon birine ser Hamasê.

Stephane Dujarric, Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, do Duşemê ji rojnamevanan re got ku fermana Îsraîlê ya ser derketina ji Xan Yûnisê nîşan dide ku li Gaza ti cîh ne ewle ye û divê ew jibo berevanîya sivîlan pirtir bixebitin.

Îsraîl dîyar dike ku ew jibo berevanîya sivîlan bi taybetî berî êrîşan bang li wan dike ji herêmên dîyarkirî yên Gaza derkevin.

Ew derketinên dema pevçûnan nîşan didin ku sivîlên li cîhên ewle digerin neçar dimînin ku hejmareke caran birevin.

Dujarric dîyar kir ku nifûsa li Gaza di xelekeke kujer de ye û ew careke din dibînin ku divê pevçûn rawestin.

Şerê li Gaza piştî ku çekdarên bi rêbirîya Hamasê 7’ê Cotmehê li başûrê Îsraîlê li gor karbidestên wî welatî, 1200 kes kuştin û pirtir ji 250 dîl girtin gur bû.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dide zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de heta niha bi qasî 38,000 kes hatine kuştin û jiber êrîşan herêm bûye xirabe.

Hin agahîyên vê nûçeyê ji Reuters, AP û AFP hatine wergirtin.

XS
SM
MD
LG