Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Hêzên Îsraîlî de 14 Kes li Gaza Hatine Kuştin


Reuters ji zarê jêderên saxlemîyê ragihand ku hêzên Îsraîlî îro Înê di êrîşên bi tank û esmanî yên ser herêmên bakur û navenda Kerta Gaza de herî kêm 14 Filîstînî kuştin.

Karbidestên saxlemî yên Filîstînî ragihand ku di encama topbarana tankên Îsraîlî de 8 kes li kampa penaberan ya Nuseyrat ya devera navendî ya Gaza hatine kuştin û 6 kesên din jî di êrîşa esmanî ya ser xanîyekî li bajêr de hatine kuştin.

Li bajarê Beyt Hanûn y li bakurê welêt, êrîşeke Îsraîlî li ser otomobîlekê jimareke Filîstînî kuştin û birîndar kirin, lê zelal nebû ku çend ji kuştîyan çekdar, çend jî sivîl in.

Li başûrê bajarê Refahê, ku artêşa Îsraîlê ji meha Gulanê vir ve operasyonan didomîne, rûniştvanên xwecîhî ragihand ku tankên bi piştgirîya firokan ber bi herêma bakurê rojava ve nêzîk bûn.

Rûniştvanan û medyaya nêzî Hamasê herwiha ragihand ku li deverên rojhilata bajêr ku hêzên Îsraîlî çend xanî peqandin, agir û peqînên dijwar qewimîn.

Artêşa Îsraîlî ragihandibû ku hêzên wê ku li Refahê operasyonan dikin di hefteyên borî de bi sedan mîlîtanên Filîstînî kuştin, tunel û madeyên peqînkar dîtin û binesazîya leşkerî wêran kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Îsraîl dixwaze xeta sînorî ya başûr ya navbera Refah û Misirê bixe bin kontrola xwe, lê ew daxwaza wê di qada navnetewê de piştgirî nedîtîye.

Amerîka û dewletên navbeynkar, Qatar û Misir bi mehan e ku hewil didin ku li Gaza agirbestekê pêk bînin, lê bi ser neketine ku Îsraîl û Hamas li hev bînin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG