Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yoav Gallant Ji bo Gotûbêjkirina Gaza Û Lubnanê Serdana Amerîkayê Dike


Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yoav Gallant
Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yoav Gallant

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yoav Gallant roja Yekşemê berê xwe Washingtonê ji bo gotûbêjkirina qonaxa bê ya şerê Gazayê û zêdebûna dijminatiyan li ser sînorê bi Lubnanê re, cihê ku pevguhertina agir bi Hizbullah re bûye sedema tirsa pevçûnên berfirehtir.

Hizbullah a ku Îran piştgirîya wê dike, ji dema ku şerê Gazayê bêhtirî heşt mehan berê dest pê kir, bi Îsraîlê re di pevçûnan de ye. Komê diyar kir ku heta agirbestek li Gazayê pêk neyê ew ê nesekine.

Gallant beriya ku were Washingtonê di daxuyaniyekê de got, "Em ji her tevgerê re amade ne ku li Gaza, Lubnan û li deverên din hewce bike," wî got ku ew ê bi hevtayê xwe Lloyd Austin û Wezîrê Derve Antony Blinken re bicive.

Di destpêka meha Hezîranê de, Hizbullah bajarok û cihên leşkerî yên Israîlî bi mezintirîn mûşek û dronan kir armanc, piştî ku êrîşeka Îsraîlî fermandarê herî payebilind ê Hizbullah heta niha, kuşt.

Şanderê Amerîkî Amos Hochstein hefteya borî serdana Îsraîl û Lubnanê kir, di hewildanekê de jibo sarkirina girjiyan, di nav bilindbûna agirê li ser sînor û bilindbûna axaftina gefxwarinên ya herdu alîyan.

Hin karbidestên Îsraîlî êrîşa berdewam ya Îsraîlî bo Refah, devera başûrê Gazayê, ku tê de dibêje ew tabûrên dawî yên koma îslamî ya mîlîtan Hemas dike armanc, bi balkişandina li ser Lubnanê ve girê didin.

Helmeta bejayî û esmanî ya Îsraîlê li Gazayê dest pê kir piştî ku mîlîtanên Hamasê di 7ê Cotmehê de êrîşî başûrê Îsraîlê kir, li gorî daneyên Îsraîlî, dora 1200 kes kuştin û zêdetirî 250 dîl girtin.

Êrîşê zêdetirî 37,400 kes kuştin, li gorî rayedarên tenduristiyê yên Filistînî, û hema hema tevahiya nifûsa Gazayê bê mal û belengaz hiştin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG