Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Protesto û Pevçûnên Nû li Herêma Kaledonya Nû ya Fransî Derdikevin


Karbidestan ragihand ku îro Duşemê li herêma Kaledonya Nû ya Okyanûsa Pasîfîk ku ser bi Fransayê ve ye, serhildaneke nû qewimîye.

Serhildana îro destpê kir, piştî ku heft çalakvanên alîgirên serxwebûnê hatin şandin Fransa, ku bi rêxistinkirina serîrakirineke kujer ya di nîvê Gulanê de dihatin tawanbar kirin û girtî bûn.

Serhildana yekê di Gulanê de jiber plansazîyeke reforma hilbijartinê derket. Rûniştvanên xwecihî yê Kanak ditirsîyan ku wê ew reform civakê wek kêmanîya domdar pênase bike û hêvîya serxwebûnê bi tevahî ji dest derxîne.

Wê demê 9 kes mirin û zêdetirî 1,5 mîlyar Euro zirar çêbû.

Roja Duşemê, koma alîgira serxwebûnê CCAT "taktîkên kolonyalîzmê" yên Fransa şermezar kir û daxwaza "azadkirina demûdest û vegera" heft çalakvanan kir.

CCAT got ku divê ew heft çalakvan li Kaledonya Nû werin darizandin, ku serokê komê Christian Tein jî di nav de ye.

Dozgerên Fransî ragihand ku çalakvanên serxwebûnê hatine şandine Fransayê, "da ku lêpirsîn bi awayekî aram û bê zext bidome."

Di rojên dawî de karbidestên Fransî dîyar kir ku Noumea, paytexta Kaledonya Nû, dîsa ketiya bin kontrola wan. Ev bajar nêzîkî 17 hezar km dûrî Parîsê ye.

Komîserîya Bilind, ku nûnertîya dewleta Fransî li herêmê dike, ragihand ku bi şev "li seranserê axê û li girava Pins û Mare alozdar derbaz bûne. Pêwîstî bi destêwerdana gelek hêzan heye jiber êrîşên ser polîsan, şewitandin û astengkirina rê."

Li gor daxuyanîyên karbidestan, di alozîyan de heta niha ciwanekî 23 salî jiber tengasîya behnvedanê û kesekî din jî di qezayek bi otomobîlê mirine.

Serdozgerîya giştî ser wan mirina lêpirsîn daye destpê kirin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG