Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyên Fransî Hewil Didin Koalisyonekê Dijî Rastgirên Tundrê Ava Bikin


Partîyên siyasî yên Fransa jibo avakirina enîyeke yekgirtî bo astengkirina hikûmeteke rastgir ya tundrê, hevdîtinan dikin. Ev yek hate holê piştî ku do Yekşemê di gera yekê ya hilbijartinên parlemanî yên pêşwext de Yekîtîya Neteweyî (RN) û hevbendên wê di rêza yekê de cîh girtin.

Siyasetvana rastgir ya tundrê Marine Le Pen, seroktîya hevpeymanîya RN dike ku ji sedî 33 dengan wergirt û bi ferqekeke balkêş piranîya dengan bidest xist.

Li dû RN, bi rêjeya 28 ji sedî ya dengan hevpeymanîya çepgîr, Eniya Gel ya Nû, hat, ku ji hêzên çep-navend, kesk û çepgir yên tundrê pêk tê.

Hevpeymanîya navendparêzan ya Serok Emmanuel Macron jî di rêza sêyê de cîh girt, ku tenê ji sedî 20 ji dengan bidest xist.

Piştî serketina mezin ya rastgirên tundrê di hilbijartinên Parlamentoya Ewrupî de, di destpêka vê mehê de, Macron jibo Fransa banga dengdana pêşwext kiribû.

Serokên Enîya Gel ya Nû ya çepgir û hevalbendîya navendî ya Macron dîyar kir ku li herêmên ku berbijarekî din baştir e ewê berbijarên xwe vekişînin, bi armanca ku di gera duyê de 7’ê Tîrmehê RN têk bibin.

Lê ne dîyar e peymanek bi wî rengî derbazdar be yan na, ger berbijarê serokwezîrtîyêê ji partîya çepgir France Unbowed (LFI) ya Jean-Luc Melenchon, ku yek ji hevbendên sereke yên Enîya Nû ya Gel e.

Eger Yekîtîya Neteweyî, RN, ya Le Pen di 7’ê Tîrmehê de piranîya li parlamenê bidest bixe, çaverê ye ku Macron li gor sîstema parvekirina hêzê, serokê wê yê 28 salî Jordan Bardella wek serokwezîr destnîşan bike.

Bardella dibêje ewê dijî şandina leşkerên Fransî ji Ukrayna re bisekine û radestkirina Fransa ya mûşekên menzîl dirêj û çekên din yên ku dikarin li armancên li hundirê Rûsyayê bixîne, qebûl neke.

Gera duyê wê Yekşema bê, 7'ê Tîrmehê, were kirin. Encama dengdanê pir nayê pêşbînî kirin. Rêjeya beşdarbûnê bi awayekî ne asayî bilind e.

Jêder: Reuters, AP

XS
SM
MD
LG