Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatîyê Fransî ku li Îranê Girtîbû Vegerîya Parîsê


Louis Arnaud, welatîyekî Fransî, Parîs 13 Hezîran,2024
Louis Arnaud, welatîyekî Fransî, Parîs 13 Hezîran,2024

Welatîyekî Fransî îro Pêncşemê piştî 20 mehan di zindaneke Îranê de vegerîya Parîsê, li dema ku bi dehan welatîyên Ewrupayî hîn li wî welatî girtî ne.

Louis Arnaud yê 36 salî ji hêla malbata xwe û Wezîrê Derve Stephane Sejourne ve hate pêşwazî kirin.

Sejourne got ku welatîyên Fransî li Îranê "bi kêfî girtî têne hiştin".

Arnaud di Îlona 2022’an de tevî du hevalên xwe yên Ewrupî hatibû girtin, bi tawana ku ew beşdarbûna xwepêşandanên jiber kuştina jina ciwan ya Kurd Jîna (Mahsa) Emînî ya 22 salî.

Jîna di destekirina hêzên Îranî jiyane xwe winda kir, piştî ku polîsên exleqî ya Îranî ew bi îdaya binpêkirina qanûna hîcab ya jinan ew desteser kiribûn.

Malbata Arnaud got ku ew bi hevalên xwe di çarçoveya gereke cîhanî de, serdana Îranê dikir.

Hevalên Arnaud, di Gulana 2023’an de hatin berdan.

Lê dadgeheke Îranî di Mijdarê de, li Arnaud pênc sal cezayê girtîgehê hat birîn, bi tawanên zarar dayîna ewlekarîya neteweyî û propagandayê, pênc sal cezayê girtîgehê da Arnaud.

Şertên berdana Arnaud ne hatine dîyar kirin. Lê serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser X’ê spasîya "dostên Omanî" kir.

Fransa ne tenê welat e ku welatîyên wê li Îranê girtî ne. Welatîyên Brîtanya, Almanya û Swêd jî di girtîgehên Îranê de hene û hinek ji wan bi darvekirinê hatine ceza kirin.

Pênc welatîyên Amerîkî sala borî hatin berdan. Li gor hikûmeta Amerîkî, niha ti welatîyên din yên Amerîkî li Îranê girtî nemane.

Tehran ji alîyê komên mafên mirov ve tê tawanbar kirin ku girtîyên Rojavayî di danûstandinên navnetewî de, jibo bazarîyê bikar tîne.

Jêder: VOA, AFP

XS
SM
MD
LG