Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Frensa Dest Bi Hilbijartinan Dike Ku Dikarin Desthilatê Bixin Destê Rastgirên Tund


Dengdêrên Frensî roja Yekşemê dest bi dengdanê kirin di gera yekê ya hilbijartinên parlemanî yên pêşwext de ku dikare bibe destpêka hikûmeta yekem a rastgir a wî welatî, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, guherînek bingehîn ya mumkin di dilê Yekîtiya Ewropî de.

Serok Emmanuel Macron ji nişkave bangî hilbijartinan kir piştî ku hevalbendiya wî ya navendgir di hilbijartinên Ewropî yên vê mehê de ji hêla Kombenda Neteweyî ya Marine Le Pen (RN) ve hat şikandin. Partiya wê ya ku ji Yekîtîya Ewropî bi guman e, û li dijî koçberan e, demeke dirêj nedihate hezkirin, lê niha ji berê zêdetir nêzî wergirtina desthilatê ye.

Serokê Frensa Emmanuel Macron
Serokê Frensa Emmanuel Macron

Dengdanê demjimêr 06:00 GMT destpê kir û dê demjimêr 1600 GMT de li bajarok û bajarokan û demjimêr 1800 GMT li bajarên mezin biqede. Pêşbîniyên destpêkê dê bi şev diyar bbibin û gera duyemîn a dengdanê hefteyekê şûnda dibe.

Lêbelê pergala hilbijartinê dikare texmînkirina dabeşkirina rastîn a kursiyan di parlemana 577 kursî de dijwar bike, û encama dawî dê heya dawiya dengdanê di 7ê Tîrmehê de neyê zanîn.

Le Pen roja Çarşemê di hevpeyvînekê de got, "Em ê piraniyek temam bi dest bixin," pêşbînî kir ku şagirtê wê, Jordan Bardella yê 28 salî bibe serokwezîr. Partiya wê xwedî bernameyeke aborî ya bi lêçûnên zêde ye û hewl dide ku koçberiyê kêm bike.

Marie-Caroline Le Pen
Marie-Caroline Le Pen

Ger RN piraniyek temam bi dest bixe, dîplomasiya Frensî dibe ku berbi qonaxeke tevlihev a nedîtî ve biçe: digel Macron - yê ku gotiye ew ê heya dawiya seroktiya xwe di sala 2027-an de bidome - û Bardella ku dibêje wî maf heye ji bo Frensa biaxive.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG