Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Fransî Fermana Girtina Esed Piştrast Dike


Serokê Sûrîyê Beşar Esed
Serokê Sûrîyê Beşar Esed

Dadgeheke Fransî îro Çarşemê fermana girtinê dijî Serokê Sûrîyê Beşar Esed ser rola wî di tawanên dijî mirovahîyê de piştrast kir.

Dadgeha pêdaçûnê ya Parîsê Esed tawanbar dît derbarê rola wî di êrîşên bi çekên kîmyayê yên sala 2013'an de ku hêzên rejîma Sûrî li dijî sivîlan pêk anîn.

“Ev biryareke dîrokî ye. Ev cara yekê ye ku dadgeheke niştimanî pênase kiriye ku serokê heyî yê dewletekê parêzbendîyeke tevahî nîne,” Clemence Bectarte, Jeanne Sulzer û Clemence Witt, parêzerên kesên ku doz vekirine, got.

Dozgerên yekîneyeke taybet bi vekolînkirina êrîşên terorîst hewil dida ku fermana girtinê betal bikin, lê hewlên wan bi vê biryarê biser neket. Wan digot rakirina parêzbendîya serokên welatên biyan divê tenê jibo darizandinên navnetewî were kirin, wekî Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC).

Lê wan da zan’n ku mebesta wan ne ew bû ku “hebûna belgeyên ku nîşan didin rola Beşar Esed di êrîşên kîmyayî de hebû bidin ber lêpirsînê.”

Tê bawerkirin ku Fransa welatê yekê ye di cîhanê de ku fermana girtina serokekî heyî yê welatekî biyan derdixe.

Mazin Derwîş, parêzerê Sûrî di Lîga Navnetewî ya Mafên Mirov (FIDH) de got ku ev biryar “mizgînî û serkeftineke mezin jibo qurbanîyan” bû.

“Parêzbendî di vî rengê tawanan de tune ye,” Derwîs ser malpera X'ê got.

Daneyên îstixbaratê yên Amerîkî dibêjin ku di êrîşeke kîmyayî sala 2013’an de ser deverên Gûta Rojhilat ya nêzîkî Şama paytext, bêtirî 1,000 kesên sivîl jiber gza sarînê hatin kuştin.

Ji bilî Esed, fermana girtî li dijî birayê wî Mahir û du generalên din, Gesan Ebas û Besam Hesen jî jiber rola wan di wê êrîşê de hatine derxistin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG