Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Fransa Rastgirên Tundrê di Hilbijartinan de Têk Çûn


Jordan Bardella, Serokê Partîya Yekîtîya Neteweyî (RN) ya rastgira tundrê ku di hevbendîya siyasetvan Marine Le Pen de ye, 7 Tîrmeh, 2024.
Jordan Bardella, Serokê Partîya Yekîtîya Neteweyî (RN) ya rastgira tundrê ku di hevbendîya siyasetvan Marine Le Pen de ye, 7 Tîrmeh, 2024.

Gelek hevbendên Fransa îro Duşemê kêfxweşîya xwe dîyar dikin, piştî ku rastgira tundrê ya Marine Le Pen di hilbijartinên pêşwext de biser neket. Lê hevdem, ew destnîşan dikin ku hikûmeteke koalîysyonê ya tevlihev dikare ji Ewrupa re serêşîyê çêbike.

Di gera yekê ya 30’ê Hezîranê de, hevbendîya Le Pen, Yekîtîya Neteweyî (RN), bi rêjeya ji sedî 33 piranîya dengan bidest xist. Ew yek jî bû sedem ku gera duyê ya di 7'ê Tîrmehê de lidar bikeve.

Egera serketina RN ji Şerê Cîhanê yê Duyê vir ve cara yekê ya metirsîyek derxist holê, ku li Fransa wê hikûmetek rastgir ya tundrê desthilatdar be.

Ev yek wekî gefe hat dîtin, ku wê siyaseta aborî û derve ya Fransa têk bibe. Fransa duyem mezintirîn aborîya herêma Euro ye.

Bi taybet, hevbendên Ukraynayê ditirsîyan ku hikûmetek bi seroktîya Le Pen wê hember Moskowê siyaseteke nerm bişopîne û alîkarîya leşkerî ya jibo Ukrayna paşve vekişîne.

Herwiha, RN xwe made dikir ku beşdarî hevbendîyeke nû ya li Parlamena Ewrupa bibe, ya bi seroktîya Viktor Orban, serokwezîrê Macarîstanê.

Orban jibo têkoşîna hember koçberîya neqanûnî û vegerandina hêzê ji Brukselê dixebite.

Li gor encamên ne fermî, RN di dengdana gera duyê de bi 142 kursî bi dest xistîye û di rêza sêyan de cîh digire.

Ji alîyekê din ve, hevbendîya çepgîr, Eniya Gel ya Nû (NFP) 182 û hevbendîya navendparêzan ya serok Emmanuel Macron jî 163 kursî qezenc kirine.

Li parlamena Frnsa bi giştî 577 kursî hene û jibo avakirina hikûmetekê 289 kursî pewîst e, loma xuya ye ku parlamen xitimîye jiber ku ti hevbendî yan partîyê ew jimara kursîyan ya piranîyê bi dest nexistîye.

Têkçûna RN jibo niha wek nîşaneke kêmbûna alozîyê tê nirxandin, dijî zêdebûna rastgirên tundrê li Ewrupayê. Lê dibe ku di seroktîya Macron de bi hikûmeteke nû re nîşana serdemeke bêaramîyê jî be.

Cîgirê serokwezîrê Almanya Robert Habeck jiber tekçûna RN kêfxweşîya xwe dîyar kir û pesnê hewilan da "jibo pêşîgirtina hember pêşveçûna ber bi neteweperestîyê û xeterîya ser Ewrupa ber bi rewşên hîn dijwartir ve."

"Lê dîsa jî encamên hilbijartinan wê niha dijwarîyên mezin derxînin holê, bi taybet jibo Fransa bi xwe, lê jibo Ewrupa jî, ku piştî hilbijartinên Ewrupî em niha di qonaxa nûvesazkirinê de ne. Herwiha jibo têkîliyên Almanya û Fransa jî," Habeck got.

Serokwezîrê Polonya Donald Tusk bertekeke erênî nîşan da.

"Li Parîsê coş, li Moskowê bêhêvîbûn, li Kîevê rehetî. Bes e ku mirov li Warsawê kêfxweş bibe," Tusk got.

Wezîrê Derve yê Îspanya Jose Manuel Albares dilxweşîya anî ziman ku têkçûna rastgirên tundrê dibîne, jiber ku ew "bi tevahî berevajî nirxên Ewrupî" ne.

Serokê Partiya Sosyalîst PASOK ya Yunanistanê Nikos Androulakis got, gelê Fransa dijî rastgirîya tundrê, nijadperestî û bêtoleransê dîwareke bilind çêkirine û prensîpên domdar yên Komara Fransa: Azadî, Wekhevî û Biratî, parastine.

Karbidestek Yekîtîya Ewupa (YE) tekçûna Le Pen wek "rizgarbûneke mezin" binav kir, lê got ku "wateya vê yekê ya rojane jibo Ewrupa wê dem nîşan bide."

Dîplomatek payebilind yê YE jî dilgeşîya xwe dîyar kir ku pêşveçûna rastgirîya tundrê li her derê nayê dîtin.

Digel ku Macron got ku wê "li bendê" be ku ser hikûmetek nû biryarê bide, Fransa aniha rûbirûyê danûstandinên tevlîhev yên siyasî ye ku dibe bi heftayan bidom in, da ku serokwezîr û seroktîya parlamena neteweyî dîyar bibe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG