Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestekî Berê yê Rejîma Sûrî ser 'Tawanên Şer' li Amerîka Hate Girtin


Wêneyê Serokê Sûrî Beşar Esed li Şamê.
Wêneyê Serokê Sûrî Beşar Esed li Şamê.

Desthilatdarên Amerîkî roja Sêşemê welatîyekî Sûrî li balafirgeha Los Angeles jiber tawanên şer girt.

Semir Osman el-Şêx yek ji wan berpirsên navdar e ku berî destpêkirina şerê Sûrîyê di sala 2011'an de postên ewlekarî digirt. Di navbera sala 2011 û 2013’an de jî postên din yên herêmî wek parêzgarê Dêrezorê li rojhilatê welêt girt.

Li dadgehên Amerîkî el-Şêx delîlên bawerpêkirî yên binpêkirinên dijî sivîlan hene, dema ku parêzgarê Dêrezorê bû. El-Şêx li Amerîka daxwaza penaberiyê kiribû.

Li dadgehên Amerîka gelek kesan li ser bingeha binpêkirinan îfade li dijî El Şêx dane, jiber zêdegavîyên wî yên dijî sivîlan di dema ku postên cuda di desthilata rêjîma Sûriyê de hebûn.

Ev cara yekê li Amerîka ku berpirsekî rejîma Sûrî tê girtin û li dadgeheke Amerîkî amade dibe.

Enwer el-Bunnî, parêzer û pisporê qanûnî yê Sûrî, ji kenala Amerîkî El-Hurra re got ku ev yek dê bibe sedema rewşeke nû li Amerîka ya darizandina berpirsên Sûrî yên destê wan di binpêkirinên mafên mirovan û tawanên şer de hene.

Wî got weke çawa li hin welatên Ewrupay karbidestên rejîma Sûrî hatine dadgehkirin, li Amerîka jî heman tişt dê dom bike.

El-Bunnî behsa guhertinekê dike ku berî du salan di qanûna Amerîkî de pêk hat, ku rê dide dadgehkirina kesên biyanî yên rûniştvanên Amerîka ne û tawanên dijî mirovahîyê kirine.

Li aliyekî din, rêxistina Hêza Erka Awarte ya Sûrî (SETF) li Washington daxyunîyek derbarê girtin û dadgehkirina el-Şêx weşand û got ku "wan alîkarî kirine ku karbidestê payebilind yê rejîma Sûrî li Amerîka were girtin."

SETF herwiha dîyar kir ku "Berpirsê payebilind yê ewlekarîya rejîma Esed Semir Osman El-Şêx, li Los Angeles, California, hat girtin. Ew bi gelek sûcan tê tawanbar kirin û ji ber tawanên şer û tawanên li dijî mirovahîyê yên ku li Sûrîyê kirine, ew di bin lêpirsînê de ye."

SETF di destpêka sala 2022’an de hikûmeta Amerîkî ji hebûna El-Şêx ya li Amerîkayê agahdar kiribû û ji wê demê ve bi sazîyên hiqûqî û têkildar yên Amerîka re di nava hevkarîyê de ne bo dadghekirina dadmend ya El-Şêx, li gor daxuyanîya SETF'ê.

Jêder: Alhurra, SETF

XS
SM
MD
LG