Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ezet Heyder: Dema Zor Li Reşan Bê Kirin, Wê Tundî û Alozî Peyda Bin


Ezet Xidir Heyder, rêveberê Rêkxistiya Çira jibo Geşepêdanê li ostanê Minnesota gote VOA, dîroka ferq û cûdahiyê li Amerîka vedigerte 400 salan û her dema zor li reşan bê kirin, wê tundî û alozî peyda bin.

Li dehan Bajarên mezinên Amerika xwepêşandanên bi tundutîjî dibin wek bersiv jibo kuştina zelamekê reşê Amerîkî ji aliyê polîsên ostanê Minnesota ve.

Vîdoya wê rûdana tirajîk nîşan dide ka çawa polîs çoka xwe danîye ser stoyê George Floyd yê kû destên wî jî ji piştve girêdayî û ji polîs re dibêje “ez nikarim bêhna xwe hilkişînim” û li çirkeyên dawî George ê qurbanî hawara xwe digehîne diya xwe ya kû çend salin mirî ye.

Jibo kontirolkirina nerazîbûnan rêgirtinê li tundutîjiyan, fermandarên çend ostan û şaredarên bajaran nobedarên niştimanî li nav cadan danîne, lê li gelek bajaran û bi taybet li Minnesota xirabkarî dibin û xortên tûre erîşî polîsan dikin û agirî berdane dûkan û bazaran.

Ezet Xidir Heyder, rêveberê Rêkxistiya Çira jibo Geşepêdanê li ostanê Minnesota gote VOA-Dengê Amerîka, dîroka ferq û cûdahiyê li Amerîka vedigerte 400 salan û her demê zor li reşan bê kirin, wê tundî û alozî peyda bin. Birêz Heyder got jî kû rayedarên civka reşan û rêkxerên xwepêşandanan kontirol bi ser xortên tûre namîne bi taybet bi şevê dizî û talanî rûdide.

Hevpeyvîn digel Ezet Xidir Heyder
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:50 0:00
Direct link



XS
SM
MD
LG