Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îşev Gotûbêja Yekê ya Biden û Trump Pêk Tê


Serokê Amerîka û berbijarê Demokrat Joe Biden îro Pêncşemê gotûbêja yekê ya hilbijartinan ligel hevrikê xwe yê Komarî û serokê berê Donald Trump pêk tîne.

Ev gotûbêja rasterast ya yekê ye berî hilbijartinên serokatîyê ku wê 5’ê Mijdarê pêk werin. Ev herwiha cara yekê ye di dîroka hilbijatinên serokatîyê de ku gotûbêj di demeke zû de wisa tê kirin. Di salên borî de sê gotûbêj di navbera berbijarên serokatîyê de di hefteyên dawî de berî hilbijatinan pêk dihat.

Lê îsal, tenê gotûbêja îşev û yeke din 10’ê Îlonê di navbera Biden û Trump de pêk tên.

Ev gotûbêja ku li bajarê Atlantayê ji alîyê televizyona CNN ve tê birêvebirin, wekî dubarekirina gotûbêjên berî hilbijartinan 2020’an tê dîtin ku tê de Biden serokatî bidest xist.

Gotûbêj ji alîyê CNN ve dê were birêvebirin.
Gotûbêj ji alîyê CNN ve dê were birêvebirin.

Gotûbêj îşev demjimêr 9’ê şevê bi dema Washingtonê destpê dike û 90 xulekan dirêj dike. Li gor çend qanûnên nû, ev gotûbêj li studyoyên CNN bê amadebûna piştgirên herdu berbijaran pêk tê.

Tê çaverêkirin ku çend mijar di gotûbêja yekê de werin nîqaşkirin, wekî rewşa aborî ya welêt, pirsgirêka koçberîyê û sînorê Amerîka ligel Meksîkê. Herwiha mijara sûcdarkirina Trump bi 34 tawanan ji alîyê dadgeheke New Yorkê ve ser sextekirina tomarên kar jibo bandorkirina encama hilbijartinên 2016’an.

Di gotûbêja yekê de navbera herdu siyasetvanan sala 2020’an bêtirî 73 milyon kesan ser televizyonê temaşe kir.

Li gor anketên niştimanî yên herî dawî, rêjeya piştgirîyê Amerîkîyan jibo Biden û Trump di vê qonaxê de hema wekhev e.

Hinek agahîyên vê nûçeyê ji Reuters hatine wergirtin.

XS
SM
MD
LG