Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Radigihîne ku Ukrayna Firokên Pêşî yên F-16 Sitandine


Firoka F16 li Bingeha Hêzên Amerîkî li Romanya
Firoka F16 li Bingeha Hêzên Amerîkî li Romanya

Artêşa Ukrayna îro Pêncşemê ragihand ku berevanîya wê ya esmên 7 dronên Rûsî xistine.

Wê artêşê dîyar kir ku dronan êrîş birine ser Kiev, Dnipropetrovsk, Kherson û Poltava.

Ji Kharkiv ya li rojhilata bakurê Ukrayna, Walî Oleh Syniehubov dîyar kir ku bi bombebaran Rûsîyan 1 kes hatiye kuştin, 1 kes birîndar bûye û malan zarar dîtine.

Wezareta Berevanî ya Rûsya jî roja Çarşemê ragihand ku li Belgorod ya li hember Kharkivê droneke Ukrayna hatiye xistin.

Jêderên Belgorodê dibêjin ku dronan êrîş birine ser 3 gundan û zarar dane 5 malan, lê ti kes birîndar nebûye.

Li Bryanksê jî, ku herêmeke din yê li sînor e, karbidest radigihînin ku 3 dronên Ukrayna hatine xistin, lê ti kes birîndar nebûye û ti xisar nehatiye tesbît kirin.

Walîyê Kurskê Alexei Smirnov jî dîyar kir ku di êrîşeke dronî ya dijî otobusê de şofêrek birîndar bûye.

Karbidestên Amerîka roja Çarşemê ragihand ku Ukrayna ji hevbendên Rojavayî firokên pêşî yên F-16 sitandine.

Ukrayna dîyar dike ku firokên F-16 jibo berevanîyê pir girîng in.

Hevbendên Rojavayî jiber fikarên ser gurbûna girjîya bi Rûsya re di dayîna firokan de hêdî tevgerîyan.

Hîn eşkere nebûye ku Ukrayna niha çend firokên F-16 sitandine.

Belçîka, Danîmarka, Norweç û Holanda, ku endamên NATO ne, soz dan ku ewê pirtir ji 60 firokan bidin Ukrayna.

Serokê Amerîka Joe Biden salek berê ser daxwaza Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy û hevbendên din yên NATO destûr dabû ku firokên çêkirina Amerîka ji Ukrayna re werin şandin.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG