Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bingehên Amerîkî li Ewrupa Hember Êrîşeke Terorîstî ya Pêkan Amadekarîyê Dikin


Derîyê Fermandarîya Ewrupî ya Amerîka (EUCOM), li Stuttgart Almanya (Arşîv)
Derîyê Fermandarîya Ewrupî ya Amerîka (EUCOM), li Stuttgart Almanya (Arşîv)

Bingeh û karmendên leşkerî yên Amerîkî li seranserî Ewrupa di asta hişyarîya herî bilind de ne, piştî zanîyarên nû ser êrîşek terorîstî ya pêkan ku wê navend yan karmendan bike armanc.

Karbidestekî berevanî yê Amerîkî ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku li navendên leşkerî li seranserî Fermandarîya Ewrupî ya Amerîka (EUCOM) asta helwesta parastinê ya hêzê hatiye bilindkirin "Charlie", ku tê wateya ku egera êrîşek bi vî rengî heye.

Lê wî ser naveroka îstixbarata ku bûye sedema vê guherînê, zêdetir hurgilî neda.

"Leşkerî gavên zêdetir davêje da ku ewlehîya hêzên Amerîkî hem di kar de û hem jî di dema xweşîyê de ava bibe,” Karbidestê Amerîkî got.

Di demên dawî de karbidestên dijî terorîzmê ji gelek welatan ser xeterîyek zêde ya egera êrîşên terorîstî hişyarî dane, di nav de jî li Olîmpiyatên Havînê yên li Parîsê.

Karbidestekî din yê Amerîkî ku navê xwe eşkere nekir, ji Dengê Amerîka re destnîşan kir ku EUCOM’ê helwesta Charlie jiber wêneya gefê ya giştî ragihandîye, ne li ser tenê yek îstixbaratê.

"Ti xeterîyeke taybet yan jî nêz li ser hêzên Amerîkî yên li Ewrupa tune ye. Ev gav bi baldarîyeke pir nazik ya jibo tedbîrgirtinê hat avêtin," wî got.

Daxuyanîyek roja Duşemê ya EUCOM’ ê jî sedema guhertina asta ewlehîyê bi heman rengî rave kir.

"Bilindkirina asta hişyarîyê ne girêdayê yek gefê ye, lê jiber fîkara ku bi berhevdana jimareke xalan yên mîna civînên mezin yên berdewam û siberojê, tevî Kupaya Euro û Olîmpiyatan, ligel zêdebûna metirsîya êrîşan, ji alîyê aktorên pêkan yên xirab dijî armancên cuda yên ne-leşkerî yên li Ewrupa," EUCOM got.

EUCOM herwiha şîret da karmendên xwe yên li Ewrupa ku her dem baldar û hişyar bin; ku di nav de raporkirina çalakîyeke gumanbar, şopandina şîretên rêwîtîyê yên wezareta derve û tedbîrên jibo kêmkirina xeterîya kesane ya aqilmend jî hene.

Raporteke meha borî ya kompanîya ewlehîya înternetê Recorded Future hişyarî da ku tevî xeterîya bilind ya êrîşên elektronî, gefa herî mezin li ser Olîmpiyatên Parîsê ye ku egera êrîşên terorîstî hene.

Karbidestên Fransa heya niha du planên cuda yên terorê pûç birine. Di yek ji dozan de, gumanbarê 18 salî, ser nave DAIŞ’ê bi plana êrîşekê ser yek stadyumên olîmpiyatê hat tawanbar kirin.

Karbidestên payebilind yên dijî terorê yên Amerîkî jî qebûl dikin ku di mehên dawî de koma têrorîst DAIŞ kanîna xwe xurt dike.

Piranîya fîkaran balê dikişîne ser hevbendê Afganî yê komê, ku bi navê IS-Xorasan tê zanîn.

Cîgira şêwirmendê Ewlekarîya Navxweyî ya Qesra Sipî, Jen Daskal di konferanseke dij-terorîzmê de li Omaha, Nebraska, hefteya borî bal kişand ser gefa ji DAIŞ û DAIŞ-Xorasanê.

"Hem DAIŞ û hem jî DAIŞ-Xorasan, yan ku em wek DAIŞ-K binav dikin, kanîn û nêta xwe ya pêkanîna operasyonên derve nîşan didin," wê got.

Berpirsê Navenda Dijî Terorê ya Neteweyî ya Amerîkî (NCTC), Christine Abizaid jî di Gulana borî de li konferanseke ewlekarîyê de li Dohayê ser DAIŞ-Xorasanê hişyarî da.

"Ev kanîna DAIŞ’ê ya cîhanî tevî bê serûberîya axê cihê xembarîyek mezin e, kanîna ku dikare bigêhe toreke alîgirên onlaynî, ku hin ji wan wê êrîşan pêk bînin," wê got.

Abizaid herwiha kanîna DAIŞ-Xorasan ya jinûve avakirina xwe li Afganîstanê wek "kanîna herî girîng ya ku me di sê salên dawî de di tora cîhanî ya DAIŞ re dîtiye,"pênase kir.

DAIŞ-Xorasan berpirsîya êrîşan digire ser xwe, di nav de êrîşa meha Rêbendanê ya li merasîma bîranînê li Kerman, Îranê, ku nêzî 90 kes hatin kuştin. Herwiha, êrîşa meha Adarê ya li holaa konsertan ya Moskowê ku pirtir 140 kes tê de hatin kuştin.

Karbidestên dijî terorê yên Amerîkî herwiha fikaran dîyar dikin, ku DAIŞ-Xorasan di karanîna torên tawanên navneteweyî û torên qaçaxçîtîya mirovan de hosta bûye, û jibo şandina milîtanên xwe nava Amerîka hizra hin planan dike.

XS
SM
MD
LG