Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Bi Zêdebûna Girjîya bi Îsraîlê re, Tirkîye ligel Lubnanê Ye


Serok Recep Tayyîp Erdogan
Serok Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê dîyar kir ku welatê wî ligel Lubnanê ye û bang li welatên herêmê jî kir ku piştevanîya Beyrûtê bikin, li vê dema ku girjîya bi Îsraîlê ra zêde dibe.

"Xuya ye ku Îsraîlê niha jî çav danîye ser Lubnanê, piştî ku Gaza wêran kir. Tirkiyê bi gel û dewleta bira ya Lubnanê re ye. Ez bang li welatên din yên herêmê jî dikim ku piştevanîya Lubnanê bikin," wî got.

Alozîya çekdar ya ser sînor di navbera Îsraîl û Hizbulaha Lubnanê de hefteyên dawî zêde bûne. Ev pêşketin xema şerekî berfireh li herêmî çêdike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku "qonaxa tund" ya şerê dijî Hamasê li Gaza wê di demeke nêzîk de biqede û hêzên Îsraîlî wê li derdora sînorê bakur yê bi Lubnanê re, dijî Hizbullahê werin bicîh kirin.

Erdogan, Netanyahu rexne kir ku ew plan dike şerê Gazayê li herêmê belav bike û herwiha welatên Rojavayî jî şermezar kir ku "li pişt perdeyê piştgirîya Netanyahu dikin."

"Planên Netanyahu yên bi razîbûna Rojava jibo belavkirina şer li herêmê wê bibe sedema felaketeke mezin... Dewletên ku qala azadî, mafên mirov û dadmendîyê dikin, bûne dîlên nexweşekî derûnî yê wek Netanyahu ku ev jî pir ecêb û dilêşî ye," serokê Tirkîyê got.

Erdogan ji destpêke şerê Îsraîlê ser Gaza yê di 7’ê Cotmehê de û vir ve Netanyahu bi zimanekî tûj tawanbar dike. Berevajî hevbendên Rojavayî û hin dewletên Ereb, Tirkîye, Hamasê wek rêxistineke terorîst nabîne.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG