Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Banga Avakirina Hevpeymaniyeke Îslamî li Dijî Îsraîlê Dike


Serokê Tikriyê R. T. Erdogan
Serokê Tikriyê R. T. Erdogan

STENBOL — Serokomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan roja Şemiyê got, divê welatên Îslamî li dijî metirsiya "Gefa berfirehbûnê" ya ji aliyê Îsraîlê ve, hevpeymaniyekê ava bikin.

Erdogan ev axiftin kir piştî ku karbidestên Filistînî û Tirkî gotin ku jineke Tirk-Amerîkî ya ji aliyê leşkerên Îsraîlî ve hatîye kuştin ku beşdarî xwenîşandana roja Îniyê li dijî berfirehkirina wargehan li kenara Rojava pêkhat bû.

Erdogan di çalakiya komeleya mektebên îslamî de li nêzî Stenbolê axiftinek kir û got: "Yekane gava ku dê kepbilindiya Îsraîl, dizekariya Îsraîlî û terorîzma wê rawestîne, hevpeymaniya welatên Îslamî ye."

Wî got ku gavên vê dawiyê yên ku Tirkiyê avêtine ji bo baştirkirina peywendiyên bi Misir û Sûriyê re bi mebesta "pêkanîna xeteke hevgirtinê li dijî metirsiya berfirehbûna Îsraîlê ye", wî got ew gef Lubnan û Sûriyê dixe nava dixwe.

Îsraîl derbarê gotinên Erdogan yên roja Şemiyê de heta amadekirina vê raportê tiştek negot.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG