Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Ew Dûr Nabîne Hevdîtinek bi Esed re Çêbibe


Hevdîtinek sala 2011'an di navbera Esed û Erdogan de li bajarê Helebê yê Sûrîyê berî ku peywendîyên herdu welatan werin birîn.
Hevdîtinek sala 2011'an di navbera Esed û Erdogan de li bajarê Helebê yê Sûrîyê berî ku peywendîyên herdu welatan werin birîn.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan îro Înê got ku ew dûr nabîne hevdîtineke pêkan ligel Serokê Sûrîyê Beşar Esed pêk were jibo vegerandina peywendîyên di navbera herdu welatan de.

Tirkîyê sala 2011'an peywendîyên xwe ligel Sûrîyê birî piştî şerê navxweyî yê Sûrîyê destpê kir û Enqere piştgirîya serhildayên dijî Esed kir.

Tirkîyê çend operasyon li hundirê Sûrîyê dijî hêzên ku Enqere dibêje metirsî ne ser ewlekarîya wê ya niştimanî pêk anîye, û di encamê de herêmek li jêr kontrola leşkerên Tirk li bakurê Sûrîyê damezrandîye.

Lê belê, Enqerê gotîye dibe ku ew peywendîyan ligel Şamê vegerîne eger pêşketinek di şerê dijî terorê, vegera ewle ya bi milyonan penaberên Sûrîyê yên li Tirkîyê û prosesa siyasî de çêbibe. Ev yek di demekê de tê ku hejmareke welatên Ereb yên Kendavê jî têkilîyên xwe bi rejîma Sûrî re vegerandine.

Li ser pirsa rojnamevanekî derbarê gotinên Esed ku hikûmeta wî jibo însîyatîvên asayîkirina peywendîyan vekirî ye eger rêz li serwerîya Sûrîyê were girtin, Erdogan got ku Enqere û Şamê dikarin jibo asayîkirina peywendîyan bixebitin.

“Ti sedem nîne ku ev yek nebe,” Erdogan got û da zanîn ku Tirkîyê ne bi nêt e ku destêwerdana karûbarên navxweyî yên Sûrîyê bike.

“Wekî çawa me berê peywendîyên xwe zindî hiştibûn, bêguman ne pêkan e ku em bêjin dê ev yek careke din di siberojê de nebe. Ew dikare were kirin. Gotûbêjên di navbera malbatên me de jî ligel birêz Esed hebûn.”

Karbidestên Sûrî gelek caran gotine ku çi livek jibo asayîkirina peywendîyên di navbera Şam û Enqerê de dikare çêbibe tenê piştî ku Tirkîyê qebûl bike bi hezaran hêzên xwe yên leşkerî ji deverên bakur û rojavayî Sûrîyê vekişîne.

Di Nîsana 2023’an de, wezîrên berevanî û berpirsên îstixbaratî yên Îran, Rûsya, Sûrîye û Tirkîyê hevdîtin pêk anîn, wekî beşek ji hewlên vegerandina peywendîyên Tirkîye û Sûrîyê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG