Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Ofîsên Partîyên ENKSê li Qamişlo Hatin Şewitandin


Berbanga Sêşemê komeke nenas li Qamişlo êrîşî du ofîsên partîyên Encûmana Niştîmanî Kurdî li Sûrîyê (ENKS)ê kirin, û ew şewitandin.

Ofîs yên Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurdistanî (PYDK) û Partîya Demoqrat a Kurdistanî-Sûrîye (PDK-S) bûn.

Di encama êrîşa molotofan de, her du ofîs hatin şewitandin lê ti ziyanên canî çênebûn, jiber ku di dema êrîşê de ti kes di herdu ofîsan de tunebûn.

Seroka PYDKê Fesla Yûsif ji Dengê Amerîka re Partîya Yekîtîya Demoqrat (PYD)ê, ku partîya sereke ye di nava Rêvebirîya Xewser de, tawanbar kir.

"Ev şewat ji alîyê koma bi navê Ciwanê Şoreşger ve hat kirin," Yûsif got.

Fesla Yûsif di berdewamîya axaftina xwe de, dîyar kir ku desthilata Rêvebirîya Xweser li ber van kiryaran berpirsa yekê ye.

"Êrîşkar dixwazin nakokîyan di nava Kurdên Sûrîyê de gur bikin û rê li ber dîyaloga navxwyî bigrin," Wê got.

Li gorî rûniştvanên nêzîkî ofîsên şewitî, di demjimêrên derngî şevê de komeke rû nixamtî derghên ofîsan şikandin û moltof avêtin hindir.

Di encamê de agirekî mezin bi ofîsan ket û kelûpelên wan hatin şewtanidn.

Berîya niha çendîn car ofîsên ENKSê û ofîsên partîyên di nava wê de li herêmên kurdên Sûrîyê rastî êrîşên bi vî rengî tên.

ENKSê berdewam PYDê û alîgirên wê bi van êrîşan tawanbar dike.

Dengê Amerîka di peywendîyekê de li gel berpirsekî PYDê, xwest bersiva wan werbigre. Berpirs red kir bersiva îdayên ENKSê de bide, û tekez kir û ev karê Asayîşê ye ku lêpirsînê di vê derbarê de bike.

Şopîner bewer dikin ku serdana serokê Tirkîyê jibo Herêma Kurdistana Îraqê û rengê pêşwazîya wî bi ronîkirina keleha Hewlêrê bi ala Tirkîyê bû cihê nerazîbûnê li cem hin kurdên Sûrîyê, bi taybetî li gel alîgirên PYDê.

Emced Kurdo, ku rojnamevanekî ji Qamişlo ye, dibêje nakokîyên navxweyî yên kurdên Sûrîyê piştî serdana serokê Tirkîyê jibo Hewlêrê dê kûrtir bibin.
"Dîyar e ku nêzîkbûna partîyên kurdên Sûrîyê, bi kêmanî di vê demê de, dê ne pêkan be,"Kurdo got.

Heya dema amadekirina vê raporê Hêzên Asayîşê derbarê êrîşên ser ofîsên partîyên ENKSê ti daxuyanî jibo bîragiştî ne da ne.

XS
SM
MD
LG