Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Frensî Dibêjin 8 Kes Di Hewldana Derbasbûna Kanala Îngilîzî De Mirin


Karbidestên Fransî roja Yekşemê piştrast kir ku heşt kes mirine, dema hewl didan ku Qanala Îngilîzî bi keştîyeke derbas bikin, ya ku wek Qanal jî tê zanîn, milek Okyanusa Atlantîkê ye ku başûrê Brîtanya ji bakurê Fransa vediqetîne.

Walîyê herêma Pas-de-Calais ya Fransa ragihand ku tîmên rizgarkirinê hatine agahdar kirine ku keştîyek koçberan ku 59 kes tê de hebûn, li beravên Ambleteuse li herêmê di xeterîyê de bû.

"Dramayek nû li dora yekê serê sibehê qewimî û em mirina heşt kesan şermezar dikin," walî Jacques Billant, di preskonferanseke de got.

Billant dîyar kir ku 8 koçberên ku mirine mêr in û ew ji Erîtirya, Sudan, Sûrîye, Misir, Îran û Afganistanê ne.

Wî herwiha da zanîn ku 51 kesên din ku ji di keştîyê hatine rizgar kirin, aniha di bin çavdêrîya tîmên rizgarkirin û bijîşkî de ne.

Billant destnîşan kir ku bi bûyera dawîn jimara kesên ku ji serê vê salê vir ve hewl didan ku ji Fransayê Kanalê derbaz bikin gihîştiye 46’an.

Tenê di 14’ê Îlonê de 8 hewil çêbûn ku ji Fransa Qanalê derbaz bikin û di wan bûyeran de nêzî 200 koçber hatin rizgarkirin, wî got.

Ev bûyera dawî piştî mirina 12 kesan di destpêka vê mehê de pêk hat, dema ku keştîya wan li Qanalê li ser rêya Brîtanya binav bû û jibo çareserkirina derbazbûna keştîyên qaçax ya koçberan zextên li ser hikûmetên Brîtanî û Fransî zêde b -ûn.

Qanala Înglîzî yek ji rêgehên keştîyan yên herî qelebalix yê cîhanê ye û herikîna avê hêzdar e, ku derbazbûna keştîyên piçûk xeter dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG