Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Zanîngehên Amerîka Alozîya Jiber Xwepêşandanên Aligirên Filîstînîyan Didome


Dîmenek ji alozîya li Zanîngeha MIT ya li Cambridge li Massachusetts, xwepêşandêrên aligirê Filîstîyan hewl didin ku qada konan jinûve bi dest bixin, 6 Gulan, 2024
Dîmenek ji alozîya li Zanîngeha MIT ya li Cambridge li Massachusetts, xwepêşandêrên aligirê Filîstîyan hewl didin ku qada konan jinûve bi dest bixin, 6 Gulan, 2024

Li gelek zanîngehên Amerîka xwepêşandanên aligirên Filîstînîyan berdewam dikin, dema alozîya di wan bûyeran de li serenserî welat û li Ewrupa her diçe, zêdetir dibe.

Xwepêşanderên xwendekar yên aligirên Filîstîyan, bang li zanîngehên xwe dikin ku tekilîyên bi kompanîyên ku bi Îsraîl re bazirganîyê dikin yan bi rengekê din piştgirîya şerê li Gaza dikin, bi dawî bikin.

Li zanîngeha Chicago îro Sêşemê polîsan konên li baxçeyê zanîngehê rakirin, ku ev 8 roj bûn li herêma Quad ya zanîngehê jibo protestokirina şerê Îsraîl li Gaza hatibûn vekirin û bi sedan xwendekar beşdar dibûn.

Li zanîngeha MIT ya li Cambridge li Massachusetts, revebirîya zanîngehê heta roja Duşemê piştî nîvro dem da xwepêşanderên alîgirên Filistînîyan ku ew bi dilxwazî qada konan terik bikin yan jî ewê bi dûrxistina ji zanîngehê re rûbirû bimînin.

Polîsan qada konan dorpeç kirin û nehiştin ti xwepêşanderên xwendekar derbezî heremê bibin. Lê, gelek ji wan ew herem neterikandin û xwepêşandan li derdora konan domand.

Piştî çend seatan di gel alozîya bi polîsan re, xwepêşanderan têlên derdora konan hilandin, û jinûvê ketin qadê ku niha li wir xwepêşandan didome.

Li gor revebirîya MIT, xwepêşanderan piştî hatina kesên ji derveyî zanîngehê têl şikandine.

Li Zanîngeha California, San Diego, polîsan qada konên vedayî rakirin û zêdetirî 64 kes desteser kirin, ku di nav wan de 40 xwendekar hene.

Zanîngeha California, Los Angeles, piştî rakirina qada konên xwepêşandanê ji hêla polîsan hefteya borî, ragihand ku jiber alozîya berdewam, wê ders onlaynî pêk werin. Zanîngehê herwiha got ku 44 kes jî hatine desteser kirin.

Ji alîyê din ve di serî de Zanîngeha Columbia û gelekê din yan merasîmên derçûnên serekî betal kirine yan ji merasîmên piçûktir pêk tînin, jiber alozîyan.

Li gor ragihandina medya Amerîka, ji 17ê Nîsanê û vir ve li zêdetirî 150 zanîngehan xwepêşandanên ku alîgirya Filistînîyan dikin hatine darxistin ku ji wan li 50 kampusan hîn didomin.

Li gor medyayê, di xwepêşandanan de zêdetirî 2000 xwendekar, mamoste û hin kesên ne ji zanîngehan hatine desteser kirin,.

Jêder:VOA, Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG