Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ezdîyên Efrînê Komkujîya Şengalê bi Bîr Tînin


Merasîma Êzîdîyên Efrînê ya Bîranîna Komkujîya Şengalê
Merasîma Êzîdîyên Efrînê ya Bîranîna Komkujîya Şengalê

Di roja 3'ê Tebaxa 2014'an de rêxistina terorîst ya DAIŞ'ê êrişên wêranker li dijî Ezdîyên Şengalê destpê kiribûn û sûcên dijî mirovahîyê û komkujî ku weke jenosîd tên zanîn encam dabûn.

Yekîtîya Ezdîyên Efrînê bi bûneya salvegera 10ê ya komkujîya Şengalê, merasîmeke bîranînê li penageha Şehba ya derbiderên Efrînê, pêk anî.

Hevserokê Yekîtîya Ezdîyên Efrînê Silêman Cefer ji Dengê Amerîka re got ku jenosîda li Şengalê çûbûye bandoreke xerab li ser hemû Kurdan û bi taybetî civaka Kurdên Ezdî çêkiriye.

Wî bal kişand ku Kurdên Ezîdî her tim rastî ferman û êrîşan hatine û DAIŞê Komkujîya Şengalê bi piştgirîya pir alîyan pêk aniye, "Pir kêm welatên Ereb û Îslamî komkujîya Şengalê şermezar kirin, ev jî nîşaneya ku ew bi DAIŞ û Tirkîyê re bûn".

Cefer Herwiha îdîa kir ku "Piştî têkçûna DAIŞê li ser destê hêzên Kurdî weke HPG û YPGê, Tirkîyê bermahîyên wê rêxistinê hembêz kirin, jinûve bi çek kirin û berê wan da Efrînê, dema êrîşî Efrînê kirin jî bang dikirin: Ezdîno tiştê me nikanî li Şengalê temam bikira emê li dijî Ezdîyên Efrînê pêk bînin".

Li gor raportên hiqûqî, bi deh hezaran Ezdî di êrîşa DAIŞê li Şengalê bûne qurbanî, bi hezaran mêr û zarok hatin kuştin, herwiha bi hezaran keç û jinên êzîdî hatin revandin û ew weke koleyên seksî hatin karanîn.

Di vê derbarê de Rêvebira Yekîtîya Jinên Ezdî ya Efrînê Meryem Cindo got ku tevî derbazbûna deh salan di ser Komkujîya Şengalê re û pênc salan di ser têkçûna leşkerî ya wê rêxistina terorîst re, lê hîn jî bi hezaran jin û zarokên Ezdî hindayî mane.

"Bi rêya hin lêkolînan em dighînin hin jinên Ezdî û wan rizgar dikin û jibo malbatên wan tên vegerandin, lê hîn çarenivîsa hejmareke mezin ne dîyar e".

Cindo herwiha xwest ku dadgeheke navnetewî were avakirin jibo darizandina endamên DAIŞê yên di zindanan de û sûcdar in, "Dadgeheke wisa wê pir tiştan eşkere bike û di nav de rewşa jinên Ezdî yên hindayî, çimkî komkujîya çêbûye jibo civaka me ya Ezdî tiştekî pir bi êş e."

Di salvegera 10ê ya Komkujîya Şengalê de Ezdîyên Efrînê, ku piranîya wan ji cihûwarê xwe hatine derbider kirin û yên mayî di bin givaşan de dijîn, dibêjin ku tiştê hatiya serê wan berdewamîya fermana Şengalê ye.

Merasîma Êzîdîyên Efrînê ya Bîranîna Komkujîya Şengalê
Merasîma Êzîdîyên Efrînê ya Bîranîna Komkujîya Şengalê

Her di vê çarçovayê Xweserîya Demokratîk ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyanîyên cuda salvegera Komkujîya Şengalê bi bîr anî.

Xweserîya Demokratîk bang kir ku rojê 3yê Tebaxê weke Roja Cîhanî ya Qirkirina Ezdîyan li Şengalê were destnîşan kirin.

Herwiha, YPGê jî cangorîyên berevanîya jiber Ezdîyan li Şengalê bi bîr anî û soza berdewamîya li ser vê helwestê da.

Raport - Li Efrînê Bîranîna 10 Salîya Komkujiya Şengalê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:33 0:00
XS
SM
MD
LG