Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehkirina Rojnamevan Silêman Ehmed Tê Paşxistin


Rojnamevan Silêman Ehmed, Roj News
Rojnamevan Silêman Ehmed, Roj News

Dadgehkirina rojnamevanê girtî Silêman Ehmed li Duhokê heta dawiya meha bê hat paşxistin, endamekî tîma parêzeran ji Dengê Amerîka re got.

Endamê tîma parêzeran Beşdar Hesen got, “Li dadgeha tawanan yek dadgehî hebû, em ligel tîma parêzeran amade bûn û Silêman Ehmed bi xwe jî anîn dadgehê, lê ji ber du sedeman dadgeh hat paşxistin. Ya yekem, me xwestibû du şahidên berevaniyê hebin û ya din Rêveberiya asayişa Duhokê laptop û 2 alavên ragihandinê û hard dîskên Silêman Ehmedî ku di dema girtina wî de hatibûn desteserkirin neşandibûn, lê asayişê eşkere nekir ku wan pêwendî bi tawana wî hene yan na.”

Li gorî parêzer, tîmeke Neteweyên Yekbûyî ji bo şopandina pêvajoyê li salona dadgehê amade bû.

"Em dixwazin îsbat bikin ku ew rojnamevan di dema mayîna xwe ya li Herêma Kurdistanê de neçûye derveyî Herêma Kurdistanê, ku bi wê yekê tê tohmetbarkirin ku li devereke din bûye û pêwendiya wî bi grûpeke çekdar hebûye. Em di wê baweriyê de ne ku ew ji sedî 100 ji wan tawanan bê guneh e.”

Rûniştina dozê bo 29’ê Tîrmehê hate paşxistin.

Silêman Ehmed ku xelkê Efrînê ye, weke sernivîserê beşê Erebî yê Roj News kar dikir. Ew 8 meh in bi tometa sîxuriyê li Herêma Kurdistanê di girtîgehê de ye û biryar bû roja 30ê Hezîranê li Dadgeha Tawanan a Duhokê were dadgehkirin.

Ehmed di 25ê Cotmehê de dema ku piştî serdana xwe bo Sûriyê ji rojava vedigeriya Herêma Kurdistanê hatibû girtin.

Lê xizm û parêzerên wî van îdiayan red dikin û dibêjin piştî mirina bavê xwe serdana malbata xwe kiriye.

Hesen wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku eger roja dadgehkirina wî were azadkirin, metirsiya cezakirina wî namîne ji ber ku wî ti tawanek nekiriye û ti delîl nînin ku ew endamê wê partiyê bûye.

“Silêman bi fermî vegeriya Rojava û ev 2 meh bûn bi serdanê re mijûl bû, navê wî di sîstemê de hatibû tomarkirin û li tu cihî nedihat xwestin.

Roja 30.12.2023ê asayîşa Duhokê li ser vê dosyayê daxuyaniyek da û got, hêzên ewlehiyê kadroyekî PKKê yê bi navê Silêman Ehmed ku ji ber karên nehênî û neqanûnî ji bo PKKê diçû, girtine û li gorî qanûnê tevdigerin. Tu eleqeya rawestandina wî bi rojnamegeriyê re nîne.”

XS
SM
MD
LG