Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qaymeqamê Dûkanê Dibêje di Êrîşa Dronê de Sê Kes ji Yek Malbat Hatine Kuştin


Êrîşa Dronê li Herêma Kurdistana Îraqê
Êrîşa Dronê li Herêma Kurdistana Îraqê

Rayedarên herêmî li Kurdistana Îraqê ragihand ku îro Çarşemê piştî nîvro li ser rêka Xelekan-Dukanê di encama êrîşeke dronê de ya ser tirmbêlekê 3 kes hatine kuştin.

Qaymeqamê Dûkanê Sîrwan Serhed ji Dengê Amerîka re got: "Êrîş demjimêr 01:30ê pêk hat ku êrîşeke dronê bû, li aer tirimbîleke ji cûrê Land Cruiser ku 3 kes tê de bûn her sê kes mirin."

"Du ji qurbaniyan bav û kur in ew xelkê nahiya Nawdeşt in li qeza Raniyêa, navê bav navê (Muzefer Hisên) e û kurê wî jî (Mihemed Muzefer) yê 45 salî ye, lê heta niha nasnameya welatiyê sêyem nehatiye zanîn.

Her çend qaymeqamê Dûkanê ji ber nebûna nasnameyê navê kesê sêyem eşkere nekir jî, rêvebirê nahya Xelekan diyar kir ku ew ji heman malbatê ye.

Rêvebirê Nahya Xelekan, Kamran Ebdullah ji Dengê Amerîka re got: "Kesê sêyem endamê heman malbatê ye, lê em ne piştrast in ku kurê wa ye yan jî pismam e, lê ew endamê heman malbatê ye."

Dengê Amerîka ji bo zanyariyên zêdetir pêwendî bi Ajansa Asayîşa Herêma Kurdistanê re kir, lê wan got, “Niha lêkolînê li ser bûyerê dikin, lewma ti zanyariyên wan tine."

Hêîjî ti çavkaniyeke fermî piştrast nekiriye ku dron ya kîjan welatî ye jî, lê endamekî CPT'ê got bê gumana ew "Dona Tirkiye" bû.

Kamran Osman, endamê CPT, ji Dengê Amerîka re got "Lêkolîn dom dikin û rêjeya şewitandinê mezine karê lêkolînê dijwartir kirîye, lê gumana me nîne ku êrîş ji alîyê firokeyeke bê firokevan a Tirkiyê ve hatiye kirin."

Li gorî CPT’ê, Tirkiye di nava 2 rojên dawî de 24 caran Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye û di 3’ê Îlonê de li herêma Bradostê sivîlek jiyana xwe ji dest daye Di 8 mehên dawî de 12 sivîl di êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane.

Ji hejî bîrxistinê ye ku di 23’ê Tebaxa 2024’an de êrîşeke din a dron’ê li wesayîteke Stark TV’yê hate kirin û di encamê de 2 rojnameger hatin kuştin.

Li alityek din ajansa Reuters ragihand ku jêderên ewlekarî yên Kurdên Îraqî û karbidestên herêmî dîyar dikin ku droneke Tirkîyê îro Çarşemê li bakurê Îraqê 3 kes kuştine.

Ew jêder radigihînin ku li Silêmanî ya li bakurê Îraqê maşîneyek piştî êrîşa dronî şewitîye û 3 kesên di maşîneyê de canê xwe ji dest dane.

Jêder: Sînor Kerîm(VOA)/Reuters

XS
SM
MD
LG