Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka Raporta Azadîya Olî ya Navnetewî Belav kir


Wezîrê Derve Antony Blinken dema ragihandina raporta salane ya Azadîya Olî ya Navnetewî.
Wezîrê Derve Antony Blinken dema ragihandina raporta salane ya Azadîya Olî ya Navnetewî.

Wezareta Derve ya Amerîkayê hefteya borî raporta xwe ya salane derbarê azadîya olî ya navnetewî belav kir, tê de bal kişand ser rewşa azadîya olî û binpêkirinên dijî kêmanîyên olî yên sala 2023’an li seranserê cîhanê.

Di pêşkêşkirina raportê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken got ku rêzgirtina azadîya olî, mafên din wekî mafê derbirîna azad û mafê beşdarîya di siyasetê de misoger dike.

Ji bilî destnîşankirina binpêkirinên mafê azadîya olî, raport herwiha balê dikişîne ser gavên ku welat davêjin jibo berevanî û parastina azadîya olî, wî got.

“Li Almanyayê, desthilatdar ligel rizgarbûyan kar dikin jibo darizandina çekdarên DAIŞ’ê ewên ku jenosîd û hovîtî li dijî Êzîdî, Krîstîyan, Misilmanên Şîa û kêmanîyên din yên olî li Îraq û Sûrîyê kirine,” Blinken anî ziman.

Karbidestê Amerîkî herwiha behsa hewilên Erebistana Saudî da ku zimanê tunekirin û kîndarîyê dijî kêmanîyên olî di pirtûkên dibistanan de radike.

Raportê got, tevî ku destûra Îraqê mafên wan yên olî diparêze, “Êzîdî û Kristîyan û rêxistinên xwecihî û navnetewî radigihînin ku endamên Heşda Şe’bî (ya Şîa) binpêkirinên laşî û devikî dijî endamên van civakên kêmanîyên olî berdewam kirin. Di vê salê de, hikûmetê pêşketineke biçûk ragihand derbarê dîtin û rizgarkirina Êzîdîyên windayî.”

Reşad Hussain, balyozê Amerîka yê jibo Azadîya Olî ya Navnetewî, diyar kir ku îsal salvegera 10’an ya jenodîsa dijî Êzîdî û Kristîyan, Misilimanên Şîa û kêmanîyên din yên olî li Îraqê û Sûrîyê ser destê DAIŞ’ê ye.

Reşad Hussain, balyozê Amerîka yê azadîya olî ya navnetewî.
Reşad Hussain, balyozê Amerîka yê azadîya olî ya navnetewî.

“Amerîka û hevparên me yên hevbîr dê hewilên jibo bicihanîna dadmendîyê, vegerandin azadîya olî û parastina civakên rizgarbûyî berdewam bike,” Hussain got.

Derbarê Sûrîyê, raportê bal kişand ser berdewambûna çewisandina mafên Kurdan, bi taybet Kurdên Êzîdî li deverên jêr kontrola komên çekdar yên girêdayî Tirkîyê.

Wekî mînak, raportê behsa kuştin, revandina, veşartina bi zorê, binpêkirina laşî, di nav de destdirêjî û tundûtûjîya seksî, talankirina mal û milkên sivîlan û wêrankirina cihên olî yên pîroz li Efrînê kir.

Raporta Wezareta Derve herwiha dîyar kir ku Kristîyanên li Helebê dimînin xembar in ku hêzên opozisyona Sûrîyê yên ser bi Tirkîyê ve êrîşan dijî wan bikin.

Derbarê Îranê, raporta Azadîya Olî ya Navnetewî got ku ji dema xwepêşandinanên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî di Îlona 2022’an de, bandoreke girantir li kêmanîyên nijadî û olî li Îranê bûne, bi taybet Kurd, Ereb û Belûç. Raportê dîyar kir ku hikûmeta Îranê bi rêjeyeke bêtir cezayê darvekirinê li dijî endamên kêmanîyên nijadî birîye.

Li gor daneyên Ajnasa Nûçeyan ya Çalakvanên Mafên Mirov (HRANA), raportê got ku di sala 2023'an de 746 kes li Îranê ser tawanên “gendelîya ser erdê” yan “sedemên îdyolojî-olî-sîyasî” hatin darvekirin. Herwiha, 142 kesên din jiber sedemên olî hatin girtin. Li gor raportê, HRANA herwiha dîyar kiriye ku piranîya binpêkirinên mafên mirov dijî kêmanîyên olî bû; rêjeya 85% dijî Behayan, 11% dijî Sunîyan, 2% dijî Yarsanan.

Derbarê rewşa azadîya olî li Tirkîyê, raporta Wezareta Derve behsa çend binpêkirinên girêdayî kêmanîyên olî û nijadî kir.

Wekî mînak, raportê bal kişand ser doza 9 îmamên Kurd ku di sala 2021’ê ser tawanên girêdayî terorê hatibûn girtin, jiber ku wan xutbeya xwe bi zimanê Kurdî pêşkêş kiribûn. Raportê got ku sê ji wan îmaman heta dawîya 2023an jî lê jêr kontrola dadwerî bûn, aku bi awayekî berdewam serdana stasyonên polîs dikirin.

Wekî din, raportê bal kişand ser sînordarkirina mafên kêmanîyên olî yên ne Misilman li Tirkîyê, bi taybet ewên ku ji alîyê hikûmetê ve nayên pênase kirin. Li Tirkîyê ji bilî Misilmanan, tenê Kristîyanên Ermen yên Ortodoks, Cihû û Yûnanîyên Ortodoks wekî wekî kêmanîyên olî tên naskirin. Lê Alevî ne wekî ol, lê belê wekî grûpeke kulturî tê naskirin. Endamên civaka Alevî bi berdewamî dibêjin ola wan hêja ye ku wekî ji alîyê hikûmetê ve wekî ol were naskirin.

Ev bûye 25 sal ku Wezareta Derve ya Amerîka vê raportê bi awayekî salane belav dike û dişîne ji Kongresê re.

XS
SM
MD
LG