Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

G7 Plan Dike Dijî Koçberîya Neqanûnî Hêzeke Taybet Damezrîne


Wezîrê Navxweyî yê Îtalya Matteo Piantedosi îro Înê ragihand ku dewletên G7 wê jibo lêpirsînên ser qaçaxçîtîya koçberan yekîneyên polîsên taybet çêke.

Piantedosi agahîya ser yekîneyên polîsên taybet piştî civîna wezîrên navxweyî yên G7 da ku li Mirabella Eclano ya li başûrê Îtalya sê rojan dom kiribû.

‘’Li gor planê, çaverê ye tevgerên hevbeş destpê bikin û kapasîteyên Polîsan yên operasyon û lêpirsînê werin berfireh kirin.’’

Wî got ku wezîran li hev kiriye ku divê ew kartelên qaçaxçîtîya koçberan pûç bikin.

Îtalya, ku jibo 2024’an seroktîya demkî ya G7 dike, bi hikûmeta rastgir ya serokwezîra welêt Giorgia Meloni, hewil dide jibo pûçkirina qaçaxçîyên koçberan bi Yekîtîya Ewrupa (YE) û hikûmetên Afrîqa hevkarî bike.

Bi plana nû, G7 hewil dide ku hevkarîya di nav xwe de û ya bi welatên transît re pêşve bibin.

Dewletên G7 bi daxuyanîyeke hevbeş ragihand ku ewê dijî qaçaxçîtîyê û sûcên din yekîneyên pisporên ewlekarîyê çêkin.

Di nav G7 de, Amerîka, Japonya, Almanya, Brîtanya, Fransa, Îtalya û Kanada hene.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG