Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demokrat bi Eşkereyî Fikaran Derbarê Kempeyna Biden Nîşan Didin


Hejmareke karbidestên partîya Demokrat li Amerîkayê êdî bi eşkereyî xembarî û fikarên xwe derbarê Serok Joe Biden nîşan didin, piştî performansa wî ya lawaz di gotûbêja hefteya borî hember serokê berê Donald Trump. Ew niha dipirsin ka gelo Biden dikare di warî fîzîkî de jibo hilbijartinên 5’ê Mijdarê de bibe berbijarê wan.

Lloyd Doggett, nûnerê demdirêj yê Civata Nûneran li Kongresê ji Teksasê, do Sêşemê bû yekem karbidestê Demokrat ku bang li Biden bike kempeyna xwe ya berbijarîyê rawestîn. Wî got divê “Biden biryareke bi êş û dijwar jibo vekişînê bide.”

Doggett got ku “biryara (wî) jibo van nêrînên xurt eşkere bike ne bi hêsanê hate dayîn û ne jî bi ti awayî ji rêza min bo her tiştê ku Serok Biden bicih anîye kêm dike.”

Lê kongresmanê Demokrat behsa performansa lawaz ya Biden di gotûbêj de kir dema ku carnan wî zincîra hizrên xwe winda dikir û nikarîbû “bi karîgerî berevanîya destkeftên xwe yên gelek bike.”

Biden di mîtîngeke hilbijartinan li Virginia roja Sêşemê behsa kêmbûna xewê û geştên di hefteyên berî gotûbêjê de kir, wekî bîranîna D-Day li Fransa, hilcivîna G-7 li Îtalya û gelek helkeftên kempeynê li Amerîkayê.

“Rastî ew e ku ez ne gelekî jîr bûm. Min biryar da ku li seranserê cîhanê çend caran bigerim, berî gotûbêjê. Min guhdarîya karmendên xwe nekir, ez vegerîyam û hema wextî li ser dika (gotûbêjê) di xew re çûbama. Ev ne behane ye lê ravekirin e,” Biden got.

Rêberên Demokrat yên mezin piştî gotûbêja hefteya borî piştgirî bo Biden derbirîn kir û got ku divê ew li hember fikarên endamên partîyê xwe bigire.

Senator Chuck Schumer ji wîlayeta New York û rêberê piranîyê di Senatoyê de, got ku ew bawer dike Biden yê 81 salî karîn heye ku bo gereke din bibe serok.

“Ez bi Joe Biden re me,” Schumer nêrîna xwe diyar kir, ku wekî nêrîna çend karbidestên din yên partîyê ye.

Televizyona ABC New got piştgirîya Biden hinekî di anketên niştimanî de ji dema gotûbêjê de daketiye lê herwiha dîyar kir ku “çar mehan berî roja dengdanê, hilbijartinên serokatîyê yên 2024’an bi tevahî 50/50 ye.” ABC pêşbînîyên xwe yên hilbijartinan ser bingeha komkirina daneyên anketan, demografîk û agahîyên aborî, dide.

Ti nîşan nîne ku Biden bi awayekî çalak vekişîna ji kempeyna hilbijartinê dide ber çavan.

Lê tevî wisa jî, Koşka Sipî dixebite da ku xembarîyên derbarê berbijarîya Biden hilînin. Li ber ew Biden roja Çarşemê hevdîtinekê, bi piranî bi rîya înternetê, ligel hemû fermandarên Demokrat yên wîlayetan bike da ku wan piştrast bike ew di warî fîzîkî û hişmendî de karîn heye ku careke din berbijarê Komarî Donald Turmp têk bibe.

Senator Sheldon Whitehouse ji Rhode Island ji televizyoneke xwecihî re got ku ew piştî performansa Biden ya gotûbêjê “tirsîya” bû û daxwaz ji Koşka Sipî kir ku piştrastkirinan derbarê rewşa Biden bide.

Peter Welch, sernatorê Demokrat ji wîlayeta Vermont, got ku kempeyna Biden “helwesteke xemsar hember wan kesan nîşan dide ewên ku pirsan derbarê vê meselê dikin.”

Nancy Pelosi, Seroka berê ya Civata Nûneran, di hevpeyvînekê de ligel televizyona MSNBC de got ku ew şîroveyên “tevlîhev” ji alîgirên Demokrat derbarê karîna Biden jibo gereke din ya seroktîyê dibihîze.

XS
SM
MD
LG