Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Weşanxaneya Demîrtaş Radigihîne ku Ew Romaneke Nû Derdixe


Weşanxaneya Dipnotê ragihand ku sîyasetvanê Kurd yê zindankirî Selahattîn Demîrtaş romaneke nû nivîsîye.

Wê weşxaneyê di ragihandine bi Tirkî de ser malper X dîyar kir ku roman ji alîyê Demîrtaş û ‘’eşyazar’’ekê ve, ku bi Kurdî wateya wê ‘’hevnivîskar’’ e hatiye nivîsîn.

Sîyaseta ku Demîrtaş jî dimeşîne li ser wê xetê ye ku di sîsteman de berevanîya hevseroktî û hevbajarvanîyê ku ji erkdaran yek dibe jin yek jî dibe mêr.

Weşxaneya Dipnotê eşkere nekir ku hevnivîskara romana nû kî ye.

Demîrtaş, ku Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bû, ji 2016’an vir ve girtî ye û wî di rojên borî de di Doza Kobanê de 42 sal cezayê girtîgehê sitand.

Wî heta niha pirtûkên Seher, Dewran, Efsûn, Dad derxistine.

Jêder: X, Dipnot Yayınları

XS
SM
MD
LG