Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Kuştîyan di Êrîşa Dagistanê de Bilind Dibe


Hejmara kuştîyên li Komara Dagistanê ya Federasyona Rûsyayê îro Duşemê gehîşt 19 kesan, piştî ku çekdaran li du bajarên herî girîng yên herêmê dijî dêr û sînegogan êrîşên hevdemî pêk anîn.

Çekdarên bi çekên otomotîk êvara Yekşemê êrîş birin ser dêra Ortodoks û kenîsteke Cihûyan li bajarê Derbendê, agir berdan peykerekê li dêrê û keşîşê wê Nikolai Kotelnikov kuştin.

Li bajarê Makhachkala ya Hazarê, çekdaran êrîşê xala polîsên trafîkê û dêrê kirin.

Li derdora Dêra li Makhachkala şer derket û heta derengîya şevê dengên çekên giran dihatin bihîstin.

Di dîmenan de niştecîh di nav bajêr re direvin da ku xwe veşêrin, di nav dûmana ku li ser Makhachkala radibûn.

Heta niha ti rêxistinê berpirsîya êrîşan negirtîye ser xwe. Komîteya lêpirsînê ya Rûsyayê ragihand ku 15 polîs û 4 sivîl di êrîşan de hatine kuştin.

Herwiha hat ragihandin ku herî kêm 5 êrîşkar hatin kuştin. Medya herêmî nîşan da ku hin ji wan li kolanan bi guleyan hatine kuştin.

Serokê Herêma Dagistanê Sergey Melîkov got ku "Ev roj jibo Dagistanê û tevahiya welêt rojeke trajîk e."

Wî got ku hêzên biyanî beşdarî amadekirina êrîşan bûne, lê ti hûrgilî neda.

Li Dagistanê sê roj şîn hat ragihandin.

Serokê Rûysa Vladimir Putin, ku demeke dirêj e welatên Rojava bi azirandina cudaxwazîyê li Qafkasyayê tawanbar dike, hîn ti daxuyanî nedaye.

Dagistan komareke xweser ku bi piranî Misilman e û li Bakurê Qafkasya li jêr desthilata Rûsyayê dimîne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG