Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ Banga Azadkirina Rojnamevanê Kurdê Sûrî Silêman Ehmed li Herêma Kurdistanê Dike


Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) îro Sêşemê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku rojnamevanê Kurdê Sûrîyê Silêman Ehmed demûdest û bêşert azad bike.

Ehmed, ku ligel malpera Roj News wekî edîtorê beşê Erebî kar dike, bûye 8 mehan li Herêma Kurdistanê ser tawanên sîxurîyê girtî dimîne. Biryar e ew 30’ê Hezîranê li Dadgeha Tawanan ya Duhokê were darizandin.

Rojnamevanê Kurdê Sûrî 25’ê Cotmeha borî hate girtin dema ku ji Rojava vedigerîya Herêma Kurdistana Îraqê, piştî ku bi serdan çûbû Sûrîyê. Asayîşa Duhokê îdîa dike ku Ehmed ligel Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) kar dike.

CPJ'ê ragihand ku Roj News nêzîkî PKK'ê ye û bi berdewamî nûçe û raportan ser çalakîyên wê belav dike.

Ara Xidir, berdevka Ofîsa Kordînatorê Xebatkarîya Navnetewî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, meha borî ji CPJ’ê re gotibû ku Ehmed li jêr Madeya 1’ê ya Qanûna ya Hejmara 21 sala 2003’an ser tawana sîxurîyê li Duhokê hatiye girtin.

Carlos Matinez de la Serna, Kordînatorê CPJ’ê li New Yorkê got ku “tawanbarkirina Silêman Ehmed bi sîxurîyê û girtina wî ya bi mehan berî ku parêzerên karibin xwe bigihînin wî astengîyeke din jibo azadîya rojnamegerîyê li Kurdistanê Îraqê ye.”

“Divê desthilatdarên Kurdên Îraqê demûdest Ehmed azad bikin û hemû sûcên ser wê rakirin.”

Parêzerên rojnamevanî ji CPJ’ê re dîyar kir ku Ehmed heta 22’ê Gulanê jî bê parêzer bû. Wê çaxê wan dikarîbû serdana wê di zindanê de bikin û bi fermî wekî tîma wî ya qanûnî hatin naskirin.

“Bo şeş mehan, me nizanîbû ew li ku ye, tenê jibo em razîbûna wî wergirin ku em parêzerên wî ne,” parêzer Reving Hirûrî da zanîn.

Eger Ehmed li jêr Madeya 1’ê sûdcar hate dîtin, dibe ku ew rastî cezayê zindankirina hetahetayî were, li ser tawanên lawazkirina aramî, ewlekarî û serwerîya dezgehên Herêma Kurdistanê.

XS
SM
MD
LG