Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yek ji Berbijarên Hilbijartinên Serokatîya Îranê Kempeyna Xwe bi Dawî Dike


Hilbijartinên seroktîyê yên Îranê roja Înê pêk tên.
Hilbijartinên seroktîyê yên Îranê roja Înê pêk tên.

Wezareta navxweyî ya Îranê îro Pêncşemê ragihand ku yek ji berbijarên hilbijartinên seroktîyê li welêt nameztîya xwe rawestandîye.

Wezaretê di daxuyanîuyê de got ku Emîr Hisên Qazîzade Haşimî yê parêzkar daxwaza vekişîna ji kempeyna hilbijartinan bi fermî roja Çarşemê da wezareta navxweyî.

Hilbijartinên Îranê sibe Înê lidar dikevin. Ev hilbijartinên pêşxwest hatin holê piştî mirina serokê welêt Îbrahîm Reîsî meha Gulanê di ketina helîkoptera wî de.

Qazîzade Haşimî yê 53 salî cîgirê Reîsî bû û di heman demê de wekî berpirsê sazîya şehîdan kar dike.

Di hilbijartinên seroktîyê yên sala 2021’ê de, Qazîzade Haşimî berbijar bû û tenê 3.5% ji dengan bidest xistibû.

Emîr Hisên Qazîzade Haşimî.
Emîr Hisên Qazîzade Haşimî.

Di postekê de ser malpera X (berê Twitter), Qazîzade derengî Çarşemê got ku “jibo parastina yekîtîya hêzên şoreşê,” ew ji kempeyna hilbijartinan vedikişe.

Cîgirê serokê komar yê parêzkar herwiha bang li berbijarên din yên parêzkar kir ku li ser yek namzetî lihev bikin û piştgirîya wî bikin.

Berbijarên din yên parêzkar ev in: Serokê parlamanê Mihemed Baqir Qalîbaf, danûstankarê berê yê bernameya navokî Seîd Celîlî, şaredarê Tehranê Elîreza Zekanî, û siyasetvanê dêrîn Mistefa Pûr Mihemedî.

Mesûd Pezşkîyan berbijarê bi tenê yê reformxwaz e ku serokê berê yê Îranê Hesen Rûhanî piştgirîya wî dike.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG