Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanîngeha Columbia Dibêje Ger Xwepêşandan Bidomin Xwendekar Dikarin Werin Dûrxistin


Seroka zanîngeha Columbia ya li New Yorkê, Nemat Minouche Şefîk îro Duşemê dîyar kir ku danûstandinên bi xwendakarên xwepêşander yên alîgirê Filîstînê ser xwepêşandana li nava zanîngehê têk çûne.

Şefîk bang li xwendakarên xwepêşander kir ku ew qada xwepşandanê derkevin û belav bibin, yan jî ewê rûbirûyê cazayê ‘dûrxistina ji dibistanê’ bimînin.

Şefîk got ku danûstandinên çend rojan ku di navbera rêberên xwendekar û berpirsên akademîsyen yên Columbia îro bê encam bi dawî bûne, ku li ser belavkirina konên ku li baxçeyê zanîngehê jibo protestokirina şerê Îsraîl li Gaza hatine vekirin, dihatin kirin.

Bi pêşengîya zanîngeha Columbia, li gelek zanîngehên Amerîkî ev nezî du hefteyan e ku xwepêşandanên bênavber berdewam dikin, ku her diçe belav dinin.

Xwendekarên vê tevgera protestoyî ji zanîngehan daxwaz dikin ku mal û milk berhemdarî, tekilî, proje yên hevpar yan darayî ku têkildarê dewleta Îsraîlê werin dîyar kirin û herwiha demûdest verin bi dawî kirin; jiber ku piştgirîya şerê Îsraîlê ya li Gaza û dagirkirina wê ya li Kenara Rojava (West Bank) dikin.

Şefîk ragihand ku Columbia wê milkên ku piştgirîya artêşa Îsraîlê dikin, ku ji dest xwe dernexe lê pêşnîyar kir ku Columbia jibo veberhênanên xwe yên rasterast yên tekildarê Îsraîlê şeffaftir bike. Wê herwiha li Gaza veberhênanên di warên saxlemî û perwerdehiyê de, pêşnîyar kir.

Xwendekaran soz dan ku wê li kampusa Manhattanê xwepêşandana xwe bidomînin, heya ku Columbia sê daxwazan bi cih bîne: firotin- yan dawîkirin, şefafîya darayî ya Zanîngeha Columbia û efûkirina xwendekaran û mamosteyên ku jiber beşdariya xwepêşandanan hatine ceza kirin.

Piştî têkçûna danûstandinan, zanîngehê îro sibeha Duşemê ji xwendekarên xwepêşander re nameyek şand, ku tê de hişyarî dida xwendekarên ku heta saet 2’ya qada konan biterikînin û belgeyek pejirandinê îmza bikin, ku ger ji qada xwepaşandanê dernekevin yan beşdarîya xwepêşandanan bidomînin ewê ji Columbia werin dûr xistin û nikaribin sala perwerdehîyê temam bikin.

Herwiha, li gor nameyê tewra xwendekarên ku ev belgeya îmza kirine û îro Duşemê ji qadê derketine jî , wê dîsa jî heta Hezîrana 2025 ji zanîngehê werin dqedexe kirin, ku berdevikê Columbia piştrast kir ku rast e.

Komên xwendekaran ku xwepêşandanan dar dixin, bi nave hevbendîya Xwendekarên Columbia Apartheid Divest, di daxuyanîyeke hevpar de, bertek ji biryara Rêvebirîya Columba nîşan dan.

" Ti wateya van taktîkên tirsandinê yên hovane tuneye, li hember mirina zêdetirî 34 hezar Filîstînîyan. Heta ku Columbia daxwazên me bi cîh neke yan jî em bi zorê neyên derxistin, emê qada xwe neterikînin, " di daxuyanî de hat gotin.

Seroka Columbia Şefîk rastî rexne û nerazîbûnên gelek xwendekar, mamoste û çavdêrên derve ye, jiber gazîkirina polîsê New Yorkê berîya du hefteyan da ku qada xwepêşandan ya bi konan werin hilweşandin , û di encamê de zêdetirî 100 kes hatin desteser kirin.

Destwerdana polîsan di 18’ê Nîsanê de, jibo rakirina konan û belavkirina xwepêşandanên li baxçeyê Columbia bê encam man û xwendekaran di nav çend rojan de kon dîsa dar xistin. Ev bûyera li Columbia wek bû pêşeng bû ku li dehan zanîngehên Amerîka qadên bi konan werin ava kirin û xwepêşandanên bi vî rengî destpê bikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG