Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsan Xwenîşanderên Piştgirên Filîstînîyan ji Zanîngeha Columbia Derxistin


Li Amerîka, xwepêşandana alîgirê Filîstînîyan li Zanîngeha Columbia ya li bajarê New Yorkê, do di derengîya şeva Sêşemê de, bi destwerdana hêzên ewlehîyê hat dawî kirin.

Polîsên bajarê New Yorkê bi dehan xwendekarên xwepêşender ku li nava avahîyek Zanîngeha Columbia dagir kiribûn û herwiha li bexçe û derdora zanîngehê desteser kirin.

Herwiha, polîsan tevahîya avahîyên Zanîngeha Columbia vala kirin, konên ku li baxçeyê zanîngehê jibo protestokirina şerê Îsraîl li Gaza hatibûn vekirin,rakirin û xwepêşandana ku nêzî du hefteyana didome, bi dawî kirin.

Seroka Zanîngeha Columbia Nemat Minouche Şefîk do bang li wendakarên xwepêşander kiribû ku ew xwepşandanan biqedînin û belav bibin, yan jî ewê rûbirûyê cazayê ‘dûrxistina ji dibistanê,’ bimînin.

Şefîk got ku polîs li ser daxwaza reveberîya zanîngehê ketine kampusê.

Bi pêşengîya Zanîngeha Columbia, li gelek zanîngehên Amerîkî ev nezî du hefteyan e ku xwepêşandanên bênavber berdewam dikin.

Herwiha, şeva din li zanîngeha California, Los Angeles jî di navbera xwepêşendarên aligirên Filîstînê û yên Îsraîlê de şer û pevçûn derketin,dema ku alozî hîn jî didome.

Revebirîya zanîngehê ragihand ku ewlekarîya li herema xwepêşandanê hatiye xurt kirin.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG