Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartînên Herêma Katalonya Jibo Siberoja Îspanyayê Girîng Têne Dîtin


Bi hezaran alîgirên serxwebûna Katalonya, li Brukselê, Belçîka xwepêşandanê dikin 7 Berfenbar, 2017
Bi hezaran alîgirên serxwebûna Katalonya, li Brukselê, Belçîka xwepêşandanê dikin 7 Berfenbar, 2017

Li Îspanya ewê di 12'ê Gulanê de li herêma Xweser ya Katalonya hilbijartinên pêşwext werin dar xistin, da ku herêma dewlemend ya bi şênîya nêzî 8 mîlyon kesan parlamena xweya 135 kursîyan dîyar bike.

Li Spanya ku ji alîyê monarşîya parlamenî ve tê rêvebirin, Katalonya yek ji 17 rêvebirîyên xweser yên welat e û bi hewlên xurt ya cudaxwazîyê derdikeve pêş.

Partîya Sosyalîst ya Katalonya (PSC), ya serokwezîrê Pedro Sanchez piştgirî dike, Partîya Çep ya Komarî (ERC)ya Katalonya, ya serokê hikûmeta xweser Pere Aragones û Partîya Junts ya serokê berê yê Katalonya Carles Puigdemont, jibo qezenckirina hilbijartinên di 12'ê Gulanê pêşbirkê dikin.

Li gor rapirsînan partîya PCS ya dij cudakarîya Katolanya li pêş, partîyên ERC û Junts e, ku her du jî serxwebuna Katolanya dixwazin.

PSC hêvî dike ku bi serketina di hilbijartinan de nîşan bide ku stratejîya Sanchez ya hevbîrbûn yan aramîyê ji rojeva cudaxwaza Puigdemont bêtir girîngtir e û xelk qebûl dike.

Puigdemont yê 61 salî, di 2017’an serokê Katalonya bû di hewla bo dîyarkirina serxwebûna heremê de, ku bû sedema krîza siyasî ya herî xirab ya bi dehsalan li Îspanya.

Hikûmeta Îspanya, Puigdemont ji seroktîyê dûr xist û ew jiber metirsîya darizandinê revîya Belçîka, lê di siyasetê de ma.

Puigdemont niha kempanya xwe ya hilbijartinên roja Yekşemê ji Fransa didomîne ku ser sînorê Katalonya ye.

Ew dibêje ku ger dîsa serokatiya herêmê bi dest bixe ewê jibo serxwebûna Katalonya hewlên nû bide.

Li gor rapirsînan, Puigdemont û berbijarên partîya wî li yên sosyalîst yên Sanchez tên.

Puigdemon herwiha ser vegera ji sirgûnê jî hêvîdar e, jiber ku tê çaverê kirin qanûnenek efûyê were pejirandin û di dawîya Gulanê yan destpêka Hezîranê de bikeve merîyetê ku dibe bi avakirina hikûmeta nû ya Katalonya re hevdemî bibe.

Jibo Sanchez, girtina desthilatdarîyê ji cudaxwazan - yên ku deh salin herêmê rêve dibin- wê bibe serketinek mezin di hewlên wî yên jibo çareserîya daxwaza cudabûna Katalonya yê.

Hevdem, qezenckirina hilbijartinên Katolanya wê derfetê bide Sanchez ku bi rojevek nû û piştgirîyek xurt têkeve serdema xwe ya dawî ya serokwwezîrtîyê ku di Mijdarê de destpê dike.

Heya nuha, ew ji hêla dijberiya rastgir ya tund û vekolînek gendeliyê li ser jina wî xirab bûye, ku hema hema bû sedema îstifakirina wî di dawiya meha borî de.

Sanchez ev demeke rûbirûyê kêşeyên girîng e ku serokwezîrîya wî xis xeterîyê; jiber rexneyên tund ji opozîsyona rastgir û meha borî lêpirsîneke gendelîyê ya dijî jina wî ku hema hema bû sedema kar vekişîna wî.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG