Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Hişyarî Dide Ku Aloziya Rojhilata Navîn Piştî Teqînên Lubnanê Zêde Bibe


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Çarşemê hişyarî da li hember metirsiya tundûtûjiyê li Rojhilata Navîn piştî teqandina bi hezaran amûrên peywendiyê yên Hizbullahê ku gefa wê yekê xwar ku wê hewldana wî ya dawî ya dîplomasiya herêmî ji rê derxe.

Nûçeyên teqînan belav bûn dema ku dîplomatkarê payebilind ê Amerîkî çû Qahîreyê ji bo ku bi karbidestên payebilind ên Misrî re bicive ku hêvîdar in hewildanên ji bo ewlekirina agirbestekê li Gazayê û baştirkirina peywendiyan bi Misrê re pêşve bibin.

Koma mîlîtan Hizbullah soz da ku tolhildanê li dijî Îsraîlê bike, bi tometbarkirina wê yekê ku roja Sêşemê li seranserê Lubnanê amûrê peyndiyan teqandin û bi kêmî ve 12 kes kuştin, di nav wan de 2 zarok, û nêzîkî 3,000 birîndar kirin.

Îsraîl bersiva pirsên derbarê teqînan de red kir.

Li ser pirsa girêdayî teqînan, Blinken got ku Amerîka hîna jî rastiyan berhev dike lê ne di berjewendiya kesî de ye ku pevçûn belav bibin.

Blinken di konfêranseke rojnamevanî de ligel hevtayê xwe yê Misrî got: "Pêdivî ye ku hemû alî xwe ji her kiryarên ku dikarin pevçûnê gurtir bikin dûr bixin."

Wî negot ka Amerîka bawer dike kî li pişt teqînan e.

Blinken got ku ew balê dikişîne ser ewlekirina peymanek agirbestê ku aramiyê bîne, di nav de sînorê bakurê Îsraîl bi Lubnanê re, û ku 15 ji 18 bendên peymanê ji hêla hemî aliyan ve hatine pejirandin.

Serok Ebdulfetah Sîsî di civîna xwe ya sibeha Çarşemê de ji Blinken re got ku Misir li dijî hewildanên "bilindkirina şer û berfirehkirina qada wê li herêmê" ye û bang li hemû aliyan kir ku bi berpirsyarî tevbigerin, Serokatiya Misrê di daxuyaniyekê de got.

Karbidestekî Wezareta Derve got, Blinken dê roja Pêncşemê ji Qahîrê biçe Parîsê jibo kombûnekê ligel wezîrên derve yên Fransa, Îtalya û Brîtanyayê bo gotûbêjkirina Rojhilata Navîn û Ukrayna û pirsên din. Rayedar got, Blinken wê bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re jî bicive.

Blinken dê di vê gerê de neçe Îsraîl, ev cara yekê ye ku ew naçe hevalbenda herî nêzîk a Washingtonê ya herêmî ji dema ku Hamasê berî salekê şer li Gazayê gurr kir.

Berdevkê Wezareta Derve Matthew Miller roja Sêşemê got, ji ber ku Washington di vê serdanê de armanc kir ku mijarên dualî bi Misrê re gotûbêj bike û reşnivîsa agirbesta Gazayê ku Amerîka û navbeynkar li ser dixebitin, hîn jî ne amade ye ku pêşkêşî Îsraîlê bike.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG