Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Stoltenberg Berî Hilcivîna NATO Civîyan


Serokê Amerîka Joe Biden û Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg, 17 Hezîran, 2024, Qesra Sipî
Serokê Amerîka Joe Biden û Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg, 17 Hezîran, 2024, Qesra Sipî

Serokê Amerîka Joe Biden û Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg roja Duşemê li Qesra Sipî civîyan. Herdu alîyan behsa wê yekê kir wê çawa hevpeymanî piştgirîya Ukrayna di şerê dijî Rûsya de bidomîne.

Civîna Biden û Stoltenberg li Qesra Sipî pêk hat, kêmtir ji mehekê berî Hilcivîna NATO di 9-12 Tîrmehê de ku hevpeymanî bi endamên nû wê cara yekê li Washingtonê kom bibin.

Biden, di pêşwazîkirina Stoltenberg de, salvegera 75’an ya NATO’yê pîroz kir.

Wî herwiha pabendûna welatên endam jî wek serkeftin binav kir, jiber ku hejmareke rekorî ya endaman sozên xwe ji NATO re bi cîh tînin, ku herî kêm ji sedî 2 ji dehata xwe jibo berevanîyê xerc dikin.

"Bi bawerîya min dersên ku em wê demê fêr bûn encamdar bûn, ku sekna hevpar ya jibo berevanîyê û astengkirina êrîşkarîyê, girîng in. Me NATO di bin seroktîya we (Stoltenberg) de ji berê mezintir, xurttir û yekgirtîtir kir," Biden got.

Stoltenberg armanca Hilcivîna NATO ya Tîrmehê de wek " Peydakirina demdirêj ya piştgirîya pêşbînîkirî ji Ukrayna re" rave kir.

Lê gelek şîrovekar dibêjin ku wê çawanîya destnîşankirin û domdarîya vê armancê dijwar û aloz be, jiber siyasaset, qanûn û sîstemen cûda yên her yek ji 32 endamên NATO’yê.

Ukrayna herî zêde dixwaze ku endamtîya wê ya li NATO’yê were qebûl kirin, lê di Hilcivîna sê-rojî wê pêk neyê.

Di nav NATO de, gotarên dijî endamtîya Ukrayna jî hene, ku jibo pêşketina saziyên wê bêtir dem pêdivî ye û herwiha welat niha di bin dagîrkirinê de ye.

Dengê Amerîka derbarê egera dema endamtîya Ukrayna ya NATO’yê pirsî.

"Demeke dîyarkirî tune ye. Di dawîyê de, divê ev mijar di nav hevbendên NATO de were gotûbêj kirin. Bi hêvîya min, dema em li Washington bicivin, emê li ser zimanekî hevpar bixebitin da ku ser nêrînên endamtîya Ukrayna peyameke zelal were dayîn," Stoltenberg got.

Bingeha piştgîrîya jibo Ukrayna xala 5'an ya NATO ye, ku êrîşeke çekdarî ya dijî endamekî wek êrîşek ser hemû endaman pênase dike.

Ev xala herî girîng ya hevbendîyê, berîya niha tenê carek; hat rojevê, piştî êrîşên terorîstî yên 11’ê Îlonê di 2001’an, ji bo berevanîya Amerîkayê.

XS
SM
MD
LG