Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Qanûna Dijî Bazirganîya Kaptagon li Sûrîyê Îmza Dike


Di nav paketa alîkarîya biyanî de ku Serokê Amerîkî Joe Biden roja Çarşemê îmza kir, qanûnek heye ku qaçaxtîya madeyeke hişbir li Sûrîyê dike armanc.

Qanûna Kontrolkirina Qaçaxtîya Neqanûnî ya Kaptagon beşek e ji paketa ku alîkarîya leşkerî û rengên din yên alîkarîyê dide Ukrayna, Îsraîl û Taywanê. Ew rê did tole û sizayên nû dijî kes û tevneyên ku girêdayî rejîma Serokê Sûrî Beşar Esed in ku hilbirîn û qaçaxtîya Kaptagonê dikin.

Kaptagon madeyeke hişbir e ku bi awayekî erzan tê çêkirin. Ji dema destpêka şerê Sûrîyê sala 2011’an ve, ew welat bûye navendeke herêmî jibo berhemdan û qaçaxtîya Kaptagonê.

“Ev gaveke baş e ber bi berpirskirn, astengkirin û tunekirina vê bazirganîya neqanûnî ya Esed li Sûrîyê û Rojhilata Navîn,” rêxistina Tîma Awarte ya Sûrî ku li Washingtonê dixebite, di daxuyanîyekê de got.

Ev biryar wekî berdewamîya kiryarên berê ji alîyê Kongresê ve hatine standin jibo armanckirina bazirganîya Kaptagonê li Sûrîyê tê dîtin.

Mihemed Ala Ganim, berpirsê siyasetê li Koalisyona Amerîkî jibo Sûrîyê (ACS), ji Dengê Amerîka re got ku ev biryar hate standin piştî bangên revenda Sûrî-Amerîkî jibo “serederî ligel beşdarbûna belavbûyî ya Esed di bazirganîya Kaptagonê de were kirin, ku bi awayekî trajîk Sûrîyê kiriye dewleteke narkotîkî.”

“Em kêfxweş in ku ev biryar niha êdî bûye qanûn. Xistina wê di nav paketeke qanûndarî ya berfireh ku ji alîyê serok ve hate îmzakirin pêgirîya Kongresê bi armancên Qanûna Kaptagon ya resen nîşan dide ku sala 2022’an hatibû erêkirin,” Ganim got.

Ev qanûn destpêkê ji alîyê Endamê Civata Nûneran li Kongresê French Hill ji wîlayeta Arkansas hatibû pêşniyarkirin. Hill roja Çarşemê di postekê de ser platforma X got ku “niha êdî biryara min bûye qanûn, ew kesên bi awayekî rasterast beşdarî belavkirina vê madeya hişbir ya metirsîdar in dê werin armanckirin û sizakirin.”

“Girîng e ku em gavên bêtir bavêjin da ku hilbirîn û qaçaxtîya Kaptagonê werin rawestandin, jiber ku bi mîlyaran dahatên neqanûnî jibo rejîma Esed tîne û malbatan li deverê wêran dike,” wî got.

Îran û koma çekdar ya Libnanî Hizbullah jî, ku di alîgirên nêzîk yên hikûmeta Sûrîyê ne, ketine nav bazirganîya Kaptagonê li Sûrîyê. Çavdêr dibêjin vê bazirganîyê herwiha pere jibo çalakîyên leşkerî yên Îranê li herêmê misoger kirine.

Caroline Rose, lêkolera Enstituya New Lines li Washington, got ku ev qanûn beşeke ji stratejîyeke berfireh ya Amerîkayê ku hewil dide qaçaxtî û hilbirîna Kaptagonê li Rojhilata Navîn rawestîne.

“Me du gerên toleyan dijî kesên girêdayî Kaptagonê dîtine ku di salên dawî de Wezareta Darayî ya Amerîkayê ferz kirine, îca wê ev qanûn givaştinê li stratejîya ajansên hikûmeta Amerîkî bike da bêtir berhemdar û qaçaxçîyên Kaptagonê destnîşan bike û wan bike armanc,” Rose ji Dengê Amerîka re got.

XS
SM
MD
LG