Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Pêşwazîyê li Girtîyên Pevguhertina Dîrokî ya di Navbera Amerîka û Rûsya de Dike


Biden li Qesra Spî pêşwazî li hin malbatên girtîyên ji Rûsya hatine serbest hatine berdan kir, 1ê Tebaxê 2024.
Biden li Qesra Spî pêşwazî li hin malbatên girtîyên ji Rûsya hatine serbest hatine berdan kir, 1ê Tebaxê 2024.

Pevguhertina dîrokî ya gitîyan ya bi Rûsya re, ku di encamê de rojnamevanê Amerîkî Evan Gerskovich û 15 Rojavayîyên din hatin berdan, bi danûstandinên hesas û veşartî û axaftineke krîtîk ya telefonê ya Serok Joe Biden çêbû.

Biden roja Pêncşemê li Qesira Sipî mazuvanîya malbatên 3 hemwelatîyên Amerîka û rûniştvanekî wî kir ku wê demê dîl li Enqerê dihatin berdan.

Nasên girtîyan piştî bi rêka telefonê bi hezkirîyên xwe re axifîn tevî Serok Biden derketin pêşberî rojnamevanan.

Li ser pirsa rojnamevanan, ku gotin ‘’Te jibo Amerîkîyên nû azad bûne çi got?’’, Biden got ‘’Min got hûn hema bêje bê xêr hatin mala xwe.’’

Bes kenên li ser rûyan, êşa demdirêj ya ser danûstandinên bi mehan vedişartin.

Qesira Sipî jibo berdana rojnamevanê Wall Street Journalê Gershkovich, nûçegihanê Radio Free Europe/Radi Libert Alsu Kurmasheva, Pîyadeyê berê yê Deryayî Paul Whelan û rexnegirê eşkere dijî Serokê Rûsya Vladimir Putin, Vladimir Kara-Murza bê hêvî û dûrî bîragiştî xebitîbû.

Kurmasheva di Radio Free Europe / Radio Liberty de, ku partnera VOA ye, edîtorê servîsa Tatar-Başkir e.

Berdana van girtîyan tê vê wateyê ku di vê demê de, ku peywendîyên Rojhilat û Rojava jiber şerê li Ukrayna di asteke xirab de ye, bi Rûsya re danûstandinên payabilind çêbûne.

Di heman demê de hin karbidestên Amerîkî dibêjin ku li dewletên Rojavayî hin Rûsî jiber sûcên cidî girtî ne ku Washingtonê jibo pevguhertina wan jî zext li hevbendên xwe kiriye.

Dawîya dawî, Biden 21’ê Tîrmehê, di wê rojê de, ku ewê jibo hilbijartinên meha Mijdarê nebe berbjar, gihişt armanca xwe.

Biden tevî nexweşîya COVID-19 xwe li mala xwe ya li beravên Delaware îzole kiribû û hazir bû ku daxuyanîya xwe ya ser vekişînê ragihîne.

Lê berî vekişînê karekî din ser pevguhertinê hebû ku gerek wî temam bikira.

Karbidestekî payabilind yê Amerîkî ji rojnamevanan re got ku saetek berî ew vekişîna xwe ragihîne bi hevtayê xwe yê Sloven re axifîye û hewil dida ku lihevkirinê heta dawîyê bîne.

Slovenya piştre du Rûsîyên ku jiber casusîyê hatibûn girtin berda.

Lê ti kes tam pê ne bawer bû ku ewê lihevkirin heta dawîyê bidome.

Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî Jake Sullivan ser pevguhertinê got rojeke xweş e, lê wek nîşaneke stresa li ser malbatan û danûstandineran qirik li wî ziwa bû.

Sullivan dîyar kir ku wan heta çend saetên berê jî nefesên xwe girtine û destên xwe dane ser hevdu.

Peyvajoya ku heta do Pêncşemê hat sala 2018’an destpê kir ku wê demê Donald Trump serokê Amerîka bû û Whelan hatibû girtin.

Whelan nehat berdan û Gershkovich jî Adara 2023’yan li Yekaterinburgê dema li nûçeyê bû hat girtin ku Sullivan got wisa hewildanên ser berdanê tevlihevtir bûn.

Şertê Moskowê ew bû ku Vadim Krasikov were berdan ku ew sala 2019’an li Berlînê jîber kuştinkarîya dijî fermanderekî Çeçen yê serhilda hatibû girtin, lê Almanya nexwest ku wî berde.

Sullivan dîyar kir ku jibo îqnakirina Berlînê hewcedarîya wan bi angajmaneke berfireh ya dîplomatîk çêbûye.

Piştre meha Sibatê rexnegirê dijî Kremlînê Alexey Navalny di girtîgeheke Rûsîyan de mir ku Sullivan roja Pênşemê dîyar kir ku Washingtonê dixwestiye ku ew jî were berdan.

Pêngava mezin meha Nîsanê bi danûstandina Biden û Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz destpê kir.

Karbidestê Amerîkî dîyar kir ku Scholz ji Biden re ser daxwaza pevguhertinê gotiye ku ewê bi ya wî bike.

Biden roja Pêncşemê spasîya Shcolz kir û jiber wêrekîya wî pesna wî da.

Piştî xetên serekî yên lihevkirnê dîyar bûn kareografîyeke hîn hesas destpê kir.

Di encamê de bi merasîmeke li Qeisra Sipî dawî li wê danûstandinên ser pevguhertinê hat.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG