Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Rewşa Kurdan Piştî Hevdîtina Biden Û Erdogan


Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Tirkiyê R.T.Erdogan
Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Tirkiyê R.T.Erdogan

Roja Duşemê 14ê Hezîranê li bajarê Bruksel li welatê Belcîka, di çarçova kombûna lîderên hevpeymaniya NATO de, serokê Amerîka Joe Biden û serokê Tikriyê Recep Tayyip Erdogan dê hevdu bibînin û li ser alozî û pirsgirkên di navbera wan de biaxivin.

Şirovekar dibêjin, ev dê derfetek zêrîn be jibo ku herdu welat têkiliyên çendîn salin xebar bûne car din baş bikin û vegerin ser rewşa têkiliyên baş û berjewendiyên hevpar.

Pirsgirêkên weke Sistema berevaniya ya Rûsî S-400 ku Amerîka xemgîn kirîye çawan dibe Tirkiye endamek giring yê NATO ye Sistema berevaniyê ji neyarekê dîrokî ku Rûsyae dikire, ev bûye sedem ku Amerîka di serdema rêveberiya serokê berê Donald Trump de, hin sizayan li dij Tirkiyê biryar bide.

Herwiha nerihetiya Tirkiyê jî, ji Amerîka heye ku çawan dibe Amerîka hevpeymana Tirkiyê ye û alaîkariya Kurdan dike li Sûriyê ku desthilata Tirkiyê Kurdên li ser navê YPG, YPJ û PYDê li Sûriyê, wan terrorist dibîne û beşekî Partiya Karkerên Kurdistan PKKê dihesibîne û ji aliyê Amerîka ve bêne piştevanî kirin!

Ev piştevaniya Amerîka ya Kurdên Sûriyê di şerê li dij DAIŞê de, Tirkiye dilgiran kirîye û pir caran gotiye divê Amerîka di nava du bijardeyan yekî hilbijêre yan Kurd yan ji Tirkiye?

"Erdogan dixwaze weke serdema Enfalan û Alî Hesen Mecîd li herêma Kurdistana Îraqê mirovan ji herêmê dûr bixe û kembera ewlekarî ava bike"
Hîwa Mehmûd Osman, Şirovekarê Siyasî

Zêdebarî pirsa girêdayî kurdan, nakokiya derbarê sistema S-400, pirsgirêka Amerîka û Tirkiyê ya rêxistina FETO jî heye, ku Tirkiye daxwaza kesatiyê oldar Fethullah Gûlen yê ku li Amerîka dijî û Erdogan wî terrorist dibîne û rêxistina wî berpirs ji derbeya leşkerî ya neserkeftî dibîne ya ku havîna sala 2016ê pêkhatî.

Herwiha Amerîka pirsgirêka demokrasiyê li gel Tirkiyê heye û dibêje çendî diçe Tirkiye ji nirxên demokrasiyê dûr dikeve.

Hîwa Osman -Şirovekarê Siyasî
Hîwa Osman -Şirovekarê Siyasî

Ji derveyî van pirsgirêk û nakokî di gelek mijarên din de hene ku Amerîka ne bi Tirkiyê re ye, weke piştevaniya tevgera Hemasa Filisîtinê û pirsa aloziyên çavkaniyên enerjiyê li rojhilatê deriya spî ya naveras û şerê li Lîbiya û nakokiyên din.

Lê jibo Tirkiyê ya herî giring piştevaniya Amerîka ya Kurdên Sûriyê ye, tirsa Kurdan heye ku Amerîka û Tirkiye di dîdara çaverê kirî de li ser hesaba Kurdan nêzî hev bibin.

Hello Washington jiber giringiya hevdîtina Biden-Erdogan û bandor wê li ser paşeroja Kurdan bi giştî û ya Kurdên Sûriyê bi taybetî mêhvandariya sê şirovekaran kir.

Berêz Hîwa Osman Şirovekarê naskirî ji Kurdistana Îraqê ji bajarê Hewlêr, berêz Faysal Daglî şirovekarê siyasî ji Almanya û berêz Sîrwan Qiçço Rojnamevan yê ku niha bi serdanekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê(Rojava) dimîne.

Pêşî şirovekarê naskirî Hîwa Osman got ku ev civîneke giring û çarenivîssaze jibo Kurdan "Eger ku Kurdan pêşwext amadekariyek baş nekirbe bo vê civînê dibe ku encamên xerab jê derkevin" û bo Kurdan nebaş be.

Faysal Dagli Şirovekar Û Çavdêrê Siyasî - Almanya
Faysal Dagli Şirovekar Û Çavdêrê Siyasî - Almanya

Hîwa Osamn herwiha got "Erdogan dixwaze weke serdema Enfalan û Alî Hesen Mecîd li herêma Kurdistana Îraqê mirovan ji herêmê dûr bixe û kembera ewlekarî ava bike" û dibe ku ev armanca Erdogan be û xwe bigehîne vê armancê, weke Hîwa Osman dibêje.

Derbarê mijarê şirovekar Faysal Dağlı got "Ez dibînim ku Biden ji Erdogan bixwaze êdî tedexûlê di kurdên Rojava de neke".

"Ez dibînim ku Biden ji Erdogan bixwaze êdî tedexûlê di kurdên Rojava de neke".
Faysal Daglî Şirovekarê Siyasî

Dağlî herweiha got ku "Ez ne di wê bawerê de me ku Biden li hember S-400 dest ji pronsipên xwe berde."

Dağlı herwiha got ku nakokiya Amer’ka ya derbarê S-400 bi Tirkiyê re yek ji dehan pirsgirîkên dinê ye yên bi desthilata Erdogan re. Herwiha Dağlı weha dibîne ku Tirkiye jibo Amerîka û cihana Rojava ne Tirkiya berê ye û got ku axiftinên dibêjin Amerîka û NATO nabe dest ji Tirkiyê berdin yên serdema borîne û qîmetê nake.

"jibo Amerîka ewlekariya sinorê di navbera Îraq û Sûriyê de giringe, Sûriya weke hebûneke stranejî jibo Amerîka ti wateya xwe nîne û ne giringe."
Rojnamevan Sîrwan Qiço

Dağlı dibêje ku weha dibîne ku dê civînek yekalîker be û ji Erdogan re bihê gotin "riya xwe hilbijêre û binav bike: Yan NATO û nirxên cîhana Rojava, yan jî dijayetî û dûrketin ji cîhana Rojava."

Di bernamê de Rojnamevan Sîrwan Qiçço ku, ev demek li herêma Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê dimîne, nêrînên xwe anîn ziman û got ku xelkê herêmê bi endêşe û gomanin, jiber ku ew weha dibînin her wextekê aliyê Tirkiyê û Amerîka hatbin ba hev û civîneke weha çê bibe bandora xwe ya siyasî û leşkerî li ser Rojava-Kurdên Sûriyê dike.

Sîrwan Kajjo Rojnamevan
Sîrwan Kajjo Rojnamevan

Sîrwan herwiha dibêje, "jibo Amerîka ewlekariya sinorê di navbera Îraq û Sûriyê de giringe, Sûriya weke hebûneke stranejî jibo Amerîka ti wateya xwe nîne û ne giringe."

Sirwan got ku herdu serok hewcedarî hevdu ne, Biden dixwaze têkiliyên Amerîka bi hemû welatan re baş bin, va ye ji Afganistanê derdikeve, piştî derketinê Tirkiye dê rola xwe li Afganistanê bibîne.

Hello Washington 11 06 2021 Hevdîtina Biden-Erdogan
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:48 0:00

XS
SM
MD
LG