Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Bang li Putin Dike Du Rojnamevanên Amerîkî Azad Bike


Serokê Amerîkî Joe Biden bang li Serokê Rûsyayê Vladimir Putin kir ku rojnamevanên Amerîkî Evan Gershkovich û Alsu Kurmasheva ji zindanên Rûsî azad bike.

Di gotarekê de ku Şemîyê li dema Şîva Nûçegihanên Koşka Sipî, Biden got ku “rojnamegerî ne tawan e. Divê Putin demûdest Evan û Alsu berde.”

Gershkovich, nûçegihanê Rûsya yê rojnameya Wall Street Journal, di Adara 2023’an de ser tawanên sîxorîyê hate girtin. Rojname û hikûmeta Amerîkî van îdîayan bi tundî red dikin. Zindanîkirina berî darizandinê vê mehê careke din heta dawîya Hezîranê hate dirêjkirin.

Evan Gershkovich li dadgeheke Moskow.
Evan Gershkovich li dadgeheke Moskow.

Kurmasheva jî hem welatîya Amerîka ye û hem jî ya Rûsyayê ye. Ew ligel Radyoya Ewrupaya Azad (RFE) kar dike û ji Cotmeha 2023’an ve girtî ye. Moskow dibêje Kurmasheva xwe wekî “ajaneke biyanî” jibo kar li Rûsyayê tomar nekiriye û agahîyên sexte derbarê artêşa Rûsyayê belav kiriye.

Malbata Gershkovich û hevjînê Kurmasheva jî Şîva Nûçegihanên Koşka Sipî wekî mêvan amade bûn.

Alsu Kurmasheva ji Cotmeha 2023'an ve li Rûsya girtî ye.
Alsu Kurmasheva ji Cotmeha 2023'an ve li Rûsya girtî ye.

Biden got ku hikûmeta Amerîkî “her tiştê jê tê dike” jibo berdana Gershkovich û Kurmasheva misoger bike.

Karine Jean-Pierre, berdevka Koşka Sipî, roja Duşemê got girîng bû ku Biden behsa rojnamevanên girtî kir.

Biden “bawer dike derfetek bû li ber we hemûyan biaxive ka rewşa rojnamevnanan çi ye û ew çiqasî dilêr in diçin wan deveran û nûçeyan çêdikin,“ Jewan-Pierre got.

“Girîng e em behsa vê yekê bikin. Min gelek cara ji vir gotîye ku rojnamegerî ne tawan e.”

Derbarê doza Gershkovich de, Wezareta Derve ya Amerîka demûdest ragihandibû ku ew rojnamevan ne bi awayekî qanûnî hatiye girtin. Ev jî rê ji jêderên din re bo misogerkirina azadkirina wî vedike.

Lê rêxistinên azadîya rojnamegerîyê dibêjin heta niha Wezareta Derve bi heman awayî serederî ligel doza Kurmasheva nekiriye.

Berdevkekê Wezareta Derve ji Dengê Amerîkî re gotibû ku “Wezareta Derve bi berdewamî li rewşa girêdayî welatîyên Amerîkî yên ji derve girtî ne vedigere, di nav de jî ewên li Rûsayayê, jibo nîşanên ku gelo ew ne bi awayekî qanûnî girtî ne.”

Di gotara xwe de, Serok Biden herwiha behsa doza Austin Tice kir. Tice rojnamevanekî Amerîkî ye ku sala 2012’an li Sûrîyê hate revandin û heta niha jî winda ye.

Biden banga Paula Whelan jî kir. Whelan endamê berê yê hêzên Marines e ku cezayê 16 sal zindan li Rûsyayê ser tawanên sîxorîyê dike. Ew û hikûmeta Amerîkî vê tawanê red dikin.

“Heta ku em wan vegerînin malê, emê xebatên xwe ranewestînin, ” Biden got.

XS
SM
MD
LG