Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Walîtîya Batmanê: Hin Herêmên Heskîfê Bûne Deverên Leşkerî


Wêneyeke arşîvê ji Heskîfê.
Wêneyeke arşîvê ji Heskîfê.

Walîtîya Batmanê dîyar kir ku hin herêmên Heskîfê wek devera ewlekarî ya leşkerî ya demkî hatine ragihandin.

Walîtîyê di daxuyanîyeke nivîskî de ragihand ku ew biryara demkî wê ji 19’ê Hezîranê heta 3’ê Tîrmehê bidome û bang li welatîyan kir ku jibo ewlekarîyê bê destûr nekevin herêmê.

Ajansa Mezopotamya jî ragihand ku li herêma Mawa ya Heskîfê operasyoneke leşkerî destpê kiriye û li herêmê pevçûn çêdibin.

Li gor ragihandina ajansê, li hin gundên herêmê xetên înternet û telefonê jî hatine birîn.

Wê ajansê eşkere nekir ku leşkerên Tirkîyê bi kê re pev çûne, lê tê zanîn ku çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û leşker bi dehan sal in li herêmê pev diçin.

Jêderên herêmî dîyar dikin ku pevçûn li dora gundê Xirbêkûr in û hejmareke mezin ya helîkopteran jî li herêmê ne.

Jêder: ANKA, Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG