Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malbata Çalakvana Amerîkî-Tirkî Daxwaza Lêpirsînê Ser Kuştina Wê Dike


Welatiya Amerîkî-Tirkî ya piştevana Filistîniyan dike û Kenara Rojava hatîye kuştin
Welatiya Amerîkî-Tirkî ya piştevana Filistîniyan dike û Kenara Rojava hatîye kuştin

Malbata jineke Tirk-Amerîkî roja Şemiyê daxwaza lêpirsîneke serbixwe ya derbarê kuştina keça wan Ayçenur kirin, ku roja Îniyê ji aliyê leşkerên Îsraîlî ve di dema xwenîşandaneke alîgirê Filistîniyan de li Kenara Rojava hatbû kuştin.

Malbata Ayşenir Ezgi Eygi ya (26) salî dibêje, keça wan bi "şêweke hovane," ji sliyê artêşa Îsrîalê ve hatîye kuştin.

Aysenur Ezgi Eygi weke çalakvanek tê binavkirin, li gorî şahidan ku ew ne gef bş li ser hêzên Îsarîlî lê ew dîsan ew bi gueleyan hat kuştin.

Malbata Eygî di daxuyaniya xwe de wiha got: "Hebûna wê ya di jiyana me de ji aliyê artêşa Îsraîlê ve bi awayekî nehewce, neqanûnî û bi tundî hatiye hatîye derxistin."

Maslbat dibêje "Hemwelatiya Amerîkî Ayşenur bi awayekî aştiyane ji bo edaletê dixebitî tomara vîdyoyê dide zelalkirin ku dema ew ne gef li ser Îsraîlê ew hatîye gulebaran kirin."

Malbatê bang li serokê Amerîka Joe Biden, ê Cîgira Serok Kamala Harris û Wezîrê Karên Derve Antony Blinken kir ku fermana lêpirsînek serbixwe bidin û berpirsiyariya aliyên tawankar piştrast bikin.

Leşkerê Îsraîlî îro Şemiyê got hêzên wê "bi agir bersifa xwepêşandêra sereke ya çalakiyên tundûtûjiyê da, ku bi keviran tavêjin ser hêzên wan û gefê li wan dixwe."

Doh, li Amerîka Berdevkê Konseya Ewlekarîya Neteweyî Sean Savett ser mirina hemwelatîya Amerîkî, Ayşenur Ezgi Eygi got ku mirineke trajîk e û ew bi awayekî cidî pê êşîyane.

Savett dîyar kir ku ew ligel malbata Eygi û hezkirîyên wê ne.

Wî bi berdewamî got ku wan bi hikûmeta Îsraîlê re peywendî çêkirine û ji wan xwestiye ku ser bûyerê zêdetir agahî bidin û dest bi vekolînê bikin.

Rêvebirê Nexweşxaneya Rafidia ya Nabusê Fuad Nafaa ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re gotbû ku birîndar bi birîneke giran anîne nexweşxaneyê, wan hewil daye ku ew wê li jîyanê vegerînin, lê wê canê xwe ji dest daye.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG