Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Peymanekê ligel Amerîka, Assange Wê Tawanbarîya Sîxurîyê Qebûl Bike û Azad Bibe


 Julian Assange.
Julian Assange.

Julian Assange, damezrînerê malpera WikiLeaks, di peymanekê de ligel wezareta dadê ya Amerîka wê tawanbarîyên dijî xwe qebûl bike. Di encama vê rêkeftinê de wê ji girtîgehê derkeve û pêvajoya wî ya hiqûqî ya bi salan bi tevahî çareser bike.

Assange li Amerîka bi binpekirina qanûna sîxurîyê bi 16 tawanan tê sûcdar kirin, ku wî ji ser WikiLeaksê belgeyên nepenî yên leşkerî û dîplomatîk yên Amerîkî weşandine.

Assange yê 52 salî, ev 13 sal bû jibo radestnekirina ji Amerîka re, hewl dida. Wî heft salên vê serdemê li surgûnê li Balyozxaneya Ekwadorê ya li Londonê û pênc salên dawî jî girtîgehekê li Brîtanya derbaz kir.

Ew do Duşemê ji girtîgeha Belmarsh ya bi ewlekarî ya bilind hat berdan û ji Londonê firîya Giravên Mariana Bakur, ku herêmeke girêdayê Amerîka li Pasîfîkê ye.

Tê çaverêkirin ku Assange sibe Çarşemê li Saipan, paytexta wê herêma Amerîkî, derkeve pêş dadgehê û qebûl bike wî qanûnên sîxurîya Amerîka binpê kiriye.

Tê zanîn ku daxwaza darizandina li giravên Mariana Bakur ji Assange hatiye, jiber ku baweriya wî bi Amerîkî nemaye û ew herêma nêzî Australya ye, ku dixwaze vegere wir.

Çaverê ye ku li Assange 62 meh cezayê girtîgehê were birîn. Li gor peymanê, dema ku wî li Brîtanya di girtîgehê de derbaz kiriye, wek di berdêla cezayê dadgeha Amerîkî de were hejmartin. Loma, wê Assange neyê girtin.

Tê payîn ku Assange sibe piştî dadgehê biçe Australyayê ku welatîyê wir e.
Serokwezîrê Australyayê Anthony Albanese got ku ew hêvî dikin Assange di zûtirîn dem de vegere welatê xwe.

Assange ji hêla Washingtonê ve dihat xwestin, jiber ku wî ji 2010’an vir ve bi sed hezaran belgeyên nepenî yên têkildarê ewlekarîya netewî ya Amerîka li ser WikiLeaksê eşkere kirine.

Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşwazîya berdana Assange kir û got ku ev doz zincîreke fikarên ser mafên mirov çêkiribû.

"Em pêşwazîya berdana Julian Assange ji girtîgeha li Brîtanya dikin," Liz Throssell, berdevka ofîsa mafên mirovan ya NY, got.

Lê Mike Pence, cîgirê serokê berê yê Amerîka, li ser platforma X’ê Rêvebirîya serok Joe Biden jiber peymana bi Assange re rexne kir.

Pence dîyar kir ku Assange di dema şer de jiyana hêzên Amerîkî xistibû xeterîyê û diviyabû heta dawîyê bihata darizandin.

" Peymana Rêvebirîya Biden ya bi Assange re şaştîyeke dadmendî ye û xizmet û fedakarîya mêr û jinên Hêzên me yên Çekdar û malbatên wan bêrûmet dike.

Jibo kesên ku ewlekarîya artêşa me yan ewlekarîya neteweyî ya Amerîka dixe xeterîyê, divê ti peymanên ku wî ji girtîgehê rizgar bikin tune bin," Pence got.

Ragihandina peymanê pêk hat du hefteyan berî ku Assange li Brîtanya derkeve pêş dadgehê, jibo pêdaçûna dijî biryarekê ku radestkirina wî ji Amerîka re pejirandibû.

Jêder: AFP, Reuters

XS
SM
MD
LG