Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad Dibêje Sûrîyê Carna bi Amerîka re Hevdîtinan Dike


Serokê Sûrîyê Beşar Esad
Serokê Sûrîyê Beşar Esad

Serokê Sûrîyê Beşar Esad dibêje ku ew dem bi dem bi Washingtonê re hevdîtinan pêk tinin.

Esad di hevpeyvînekê de ku şeva Yekşemê hat weşandin, got ku Şam dem bi dem bi Washingtonê re hevdîtinan pêk tine.

"Amerîka niha bi awayekî dijqanûnî beşek welatê me dagîr dike... lê, em dem bi dem bi wan re hevdîtinan dikin, tevî ku encam nadin," Esad got.

Lê Esad zêdetir agahî dîyar nekir, ka kengî, li kû derê ew hevdîtinên di navbera Sûrîyê û Amerîka de pêk hatine, yan kî beşdarî hevdîtinan bûye û çi hatiye gotûbêj kirin.

Seroke Sûrîyê ev daxuyanî di got ligel wezîrê derve yê Abhazya da, karbidestekî Rûsî ji herêma veqetandî ya Gurcistanê ku . , ji alîyê ajansa fermî ya Sûriyê SANA ve hat weşandin.

Amerîka yek ji welatên ewil bû ku peywendîyên xwe bi Sûrîyê û Esad re qut kir, jiber tepeserkirina tundrê ya di serîrakirina dijî hikûmetê Esad di 2011’an de. Hevdem gelek dewletên Rojavayî û Erebî jî peywendîyên xwe yên bi Şamê re qut kirin.

Piştî ku şerê navxwe ya li wî welatî destpê kir, Amerîka jimareke tole li ser Sûrîyê ragihand, ku jixwe di desthilatdarîya bavê Beşar, Hafiz Esad jî ne xwedî peywendîyên baş bûn.

Washingtonê di 2020’an de jî Qanûna nû ya toleyan ku bi navê Qeyser tê zanîn derxist, ya ku hemû kompanîyên bi Esed re kar dikin dixe nava lîsteya toleyan.

Qanûna Qeyser, tevî toleyên Amerîkî dijî kesayetî û kompanîyên Sûrî yên nêzî Esad armanc dikirin ku ji berpirsîyarên binpêkirina mafên mirovan hesaban bidin û handana çareserîyeke siyasî bike.

Washington û Şam hevdem ser piştgirîya Amerîka ya jibo herema nîv-xweser li bakurûrojhilata jî kêşabar in, ya ku bi pêşengîya Kurdan tê rêvebirin.

Şam Revebirîya bi pêşengîya Kurdan, ku piranîya qadên petrolê yên li heremê kontrol dikin, bi cudakaxwazîyê tawanbar dike. Şam herwiha jiber têkilîyên wan yên nêz bi Amerîka re, Kurdan bi xayîntîyê tawanbar dike.

Di gel Amerîka gelek dewletên Rojavayî û Erebî jî peywendîyên xwe yên bi Şamê re di 2011’de qut kiribûn.

Lê piştî zedetirî deh salan, Sûrîye di Gulana 2023’an de jî jinûve hat qebûlkirinê Yekîtîya Welatên Ereb.

Esad herwiha got ku ew tim hêvîdar in ku peywendîyên xwe bi welatên Rojava re baştir bikin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG